Êvarî ez û du hevalên xort me pîlanema xwe çêkir ji bona ku em di berbange sibehê de têkevin rê de. Me texmîn nedikir ku berf bibare, lê belê carekê me biryar dabû ku em têkevin rê de, me got çidibe bila bibe emê pîlanema xwe pêkbînin û emê têkevin rê de. Min tedbîrê xwe girt û kopalek girte destê xwe, Hevalê Hayder û Şiyar jî pêwîst nedîtin ku tedbîrê xwe bigirin. Araziiyê Heftenîn jî yan dolin, yan jî hilkişadine giran e. Heval jî herdem li cihên bilind disekinin. Ji bona ku ez di rê de nemînim, min tedbîrên xwe girtin. Bi qasî ku me texmîn nedikir berf dijwar dibariye, me hesabê berfa li ser pelçimên daran jî kir. Em di daristanên himbiz de dimeşiyan, her carekê berf bi tundî li ser serê me dihate xwarê, em bi rewşa xwe dikeniyan. Hevalê Hayder di vê mijarê de fedakar bû, di pêşde dimeşiya, lê belê bejna wî kurt bû, ji ber vê yekê berfa li ser pelên daran para hevalê Şiyar bû. Te carekê didît hevalê Şiyar serê xwe li çiqilê darekê da û berf hemû li ser serê me hate xwarê. Di demên wisa zor de anceq tu bikene û moralê te bilind be. Me tedbîrên xwe yê xwarine girtibû û heya em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj me alîkarî û moral da hevdû. Dibe ku di rê de em dişemitîn, ling û destên me gelekî cimidîbûn, lê belê moralê me bilind bû. Rêka ku em tê de dimeşiyan, rêkekî zehmet bû, hemû lat û zinar bû. Di wezîfeyên weha zor de tişta herî bedew bîranînên wê ne, ji ber ku ti carî nayên jibîrkirin.
Me cihê hevalan nizanîbû, carne me gazî wan dikir û carne jî me şopên wan çavdêr dikirin. Di wezîfeyên weha zor de hakîmiyeta li ser arazî gelekî girîng e. Eger tu ji arazî fêmneke yan jî mentiqê hevalan yê arazî nizanibe tuyê wendabibe. Lê belê şopên hevalan em ji vê xeteriyê xilas kir. Em gihîştin ser kaniyê, ava wê kaniyê gelekî germ bû, em jî gelekî têhnî bibûn. Di rêkan de pêwîste tu ti carî berfê nexwê, yan jî tuyê ji taqet bikeve û nema bikarbe bimeş e. Hevalê Şiyar ev rêzikên gerila dîqet nekir û berf xwar, ji ber vê yekê di rêkê de bê hîlet ma. Şensê hevalê Şiyar hebû, jiber em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj. Heval ji hatine me ya di vê berfê de gelekî matmayî man û kêfxweş bûn. Gava ku me ew dîtin em jî ji rewşa wan matmayî man, jiber ku serma berfê nexema wan bû, di bin berfê de agir dadabûn û çayê vedixwarin. Yekîneya şehîd Xwînrêj hemû hevalên ciwanin û hinek heval jî nû beşdarî nava refên gerila bibûn. Ev piratîka wan ya yekem e û heyecana wê jiyandikrin. Gelek heval di wê berfê de çûbûn wezîfeyên dûr. Hîna em xwarin dixwin gurûpek heval ji wezîfeyê hatin. Dengê wan ji dûr ve dihat. Bi berfê dileyîstin û serma nexema wan bû. Gihîştin me, hinekî westiyabûn, lê belê piştî ku hevalan çayê da wan û xwarina xwe xwarin bi ser xwe ve hatin û ketin nava suhbetên germ de. Behsa pêkanînên xwe yên di rê de kirin û piştre li nûçeyan guhdar kirin. Hemû heval li bendê ne ku hevdîtin bi Rêber APO re çêbibe. Gava ku dijmin destor nade hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe, kîneke mezin di dilê hevalan de çêdibe û destbi şîroveyên siyasî dikin. Hemû heval dibêjin “dijmin bi zanebûn dixwaze Rêbertî ji gel û gerila bide dûrxistin. Destor nedayîna hevdîtin bi Rêbertî re, kirine amrazekî şerê taybet, lê belê bila xema wan nebe ew nikarin bigihîjin armancê xwe. Emê hesabê van rojan ji wana bixwazin. Ew newêrin destbi operasyona xwe bikin, diçin pey van polîtîkayên gemar dikevin. Hêza wan nîne ku li nêrînên Rêbertî guhdar bikin. Dizanin gotineke Rêbertî ji bona gel û gerila moralekî herî mezin e.”
Roxmî hemû şert û mercên zor hevalan xebatên xwe berdewam dikirin. Di wê berfê de heval di cihê xwe de nedisekinîn. Her ku ling û kincên wan şildibûn dihatin xwe ziwa dikirin û dîsa diçûn karê xwe berdewam dikirin. Gerila her karekî ku dike bi kêfdike. Me nedixwest ji hevalan qutbibin. Yekîneyeke bi ruhê ciwana yê germ hatibû xemilandin. Birastî wezîfeya me gelekî bi şad derbas bû.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 8’ê Kanûnê de li navçeya Çewlikê Kanîreşê li bejahiya gundê Sûdûraxi di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevalê me yê bi navê Serbest – Fuat Kiziltaş gihîştiye şahadetê.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Kanûnê de di navbera 18.00-19.30’an de li navbera naçeyên Mêrdînê Midyadê û Nisêbinê ji aliyê gerîla yê me venêrîna rê û nasnameyan hatiye kirin. Gerîla yê me di heman demê de ji gelê netewên cûda re civîn lidarxistiye û di derbarê pêşketin û êrîşên dijmin de propaganda kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 12’ê Kanûnê de di navbera saet 10.00-12.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Girê Karker û Gundê Bezelê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7’ê Kanûnê de li navçeya Şirnexê Silpiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 4 hezar leşkerê ji Bêspin, navenda Şirnexê û ji tabûra tankan li dijî Cûdiyê operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5’ê Kanûnê di saetên serê sibê de li Şirnex li dijî herêma Şehîd Silav a bi ser Gabarê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7’ê Kanûnê de di navbera saet 20.00-20.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Faxir a bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dİ 6’ê Kanûnê de di navbera saet 20.00-22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş, Gundên Ditaza, Marya û Sernê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3’ê Kanûnê de li navçeya Amedê Lîcê di navbera gundê Mêrg û Mehmed Elî de ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin ê derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Ger tu lehengan bîne ser ziman dibe karê herî zehmet… Îro 4’ê Kanûnê ye; rojeke reş, bi xemgînî…Lewra weke îro beriya niha bi 5 salan lehengê Kurdistanê, fermandareke mezin, şervanê Hevalê Agît bû tevlî nava refê nemiran bû.
Di temeneke hîn biçûk de di sala 1987’an de bi çend hevalê xwe re tevlî nava refê gerîla bûye û bûye rêhevalên Agîdan, Erdalan (Mustafa Yondem) û Saadetan… Beriya tevlî nava gerîla bibe Hevalê Agît dinase û jê bandor dibe. Li Cûdiyê mirada dest bi jiyana xwe ya gerîlatiyê dike û di demeke kurt de di dilê hevalê xwe de cîh digre. Wextek zêde derbas nabe dibe alîkarê fermandariya Cûdiyê.
Tevî ku hîn di temeneke biçûk de bû hestê Kurd û Kurdistanê di asteke jor bû. Îdeolojiya PKK’ê nedinasiya lê bihîstibû ku hin kesên bi navê Apocî ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşin bê ku şik û gûmanan jiyan bike, tevlî tekoşîna wan dibe.
Ji ber ku xwedî kedeke mezin bû, Rêber Apo jî navê wî bihîstibû. Dema di sala 90’î de diçe akademiyê, li vir Rêber Apo ji wî re dibêje; “Min navê te bihîstibû, lê min nizanîbû tu wusa temen biçûk e, çawa ev wezîfeya giran dane te.” Ji lewra hîn di 17 saliya xwe de fermandariya bolukê dike. Ji ber vê zîrekiya wî Rêber Apo pê ewle dibe û di perwerdeyan de mînaka wî dide. “Ya girîng, ne temene, zîrek bûn û baweriye.” Heval Adil ji Rêber Apo, ji tarzê wî, ji nêzîkatiya wî ya jiyanê pir bandor dibe û girêdaneke pir xurt pêş dikeve.
Piştî perwerdeya li akademiyê heta 97’an li gelek deveran tevlî xebatê dibe. Ew qas birîndar dibe ku Heval Adil dibêje “Hejmara birîndariyê min nayê bîra min” Ji ber ku di her çalakiyê de li pêş bû. Pêşeng bû, şerker bû, fedaî bû, binkeftin tu car qebûl nedikir..
Piraniya jiyana xwe li Botanê derbas kir Rêheval Adil, ji xwe li gelek herêmên din ên Behdînanê jî xwedî kedeke mezin bû. Lê him demeke dirêj li Botanê ma him jî ji Botanê, ji gelê wê gelek bandor bibû.
Di jiyana xwe ya bi berxwenê derbas bûye, gelek lehengên nemir naskir, li gel Ahmet Repo, Cûmayê Bilikî, Piling, Rojhat Bilûzerî û bi sedan lehengan re rêhevaltî kir…
Di 20 sal tekoşînê de tu car bêhêvî nebû, herdem çavkaniya wî ya jiyanê hêvîyên wî bû. Baweriya wî ya bi serkeftinê bû. Girêdayî hevalê xwe bû. Di her şahadeta hevalek xwe barê wî girantir dibû. Hêvî û daxwazên wan hevalên xwe dikir hêvî û daxwazê xwe û hîn bêhtir tekoşîn dikir. Her dem digot “ez tu car şahadetên hevalê xwe ji bîr nakim”
Gabar Adil e, Adil jî Gabar…
Herî zêde li Gabarê tekoşîn meşand Hevalê Adil, herî dawî jî li wan xakên pîroz jiyana xwe ji dest da. Girêdana wî ya bi Rêber Apo û şehîdan bê şik bû. Ji xwe di hevpeyvîn a xwe ya dawî de wiha digot Hevalê Adil; “Ji bo mîlîtanekî-ê sal nayên hejmartin. Heta tu jiyan dike, tê tekoşînê berdewam bike. Ev ne karê salane. Lê hin sal jî hene mohra xwe li dîrokê dixe. Van salana jî ji bo me bi vî rengî ye. Xeyala min a herî mezin jî ji bo Rêbertiyê bibim mîlîtaneke baş. Yek jî kesê herî zêde deyndarê Rêbertiyê ye jî ez im. Ya pêwîst bû bê dayîn Rêbertî da min. Min jî heta roja îro tevî kêmasiyan jî tu carî dudilî jiyan nekir, min xwe bi paş de nekişand. Ji niha û şûn ve jî wê nebe. Lê di salê pêşiya me de tiştê pêwîste di xeta Rêber Apo de were kirin ez ê bikim. Weke mîlîtanekî weke rêveberekî armanca min a herî mezin, wendahiyên li Botanê tê jiyandin kêm bikim, di xeta Rêber Apo de him di aliyê leşkerî de him jî di aliyê jiyanî de xeta Rêber Apo temsîl kirin e. Qêrînên Heval Viyan hîn di guhê min de ne. Cardin gelek hevalên hêja di vê salê de şehîd ketin. Weke hevala Yildiz û Sorxwîn. Ji bo em bibin layiqê van hevalan çi ji dest me were em ê bikin. Xurtkirina şer, xwedî li xeta Rêbertiyê derketin pêwîste. Ev jî bi gotinê nabe, divê pratîka wê bê nîşandan. Me ev sond da Rêbertiya xwe. PKK partiya şehîdane. Em ji şehîdbûnê natirsin, lê girînge ku mirov di cihê pêwîst de şehîd bikeve. Di warê teqtîkî de, jiyanî de, felsefî de pêwîste li gor van pîvana jiyan bikin. Ez ê hewl bidim bi vî rengî tevbigerim. Serkeftin armanca min a serekeye. Ji lewra di tevgera me de ne gengaze ku mirov bê serkeftin jiyan bike. “
Ma piştî van gotinên Hevalê Adil gelo hîn jî vegotin pêwîst dike…
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar