Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê tebaxê de ji danê sibehî saet 08:00’an pê ve hetanî danê êvarî saet 17:00’an ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Karker, Gundê Cinetê û Girê Kordîne ku girêdayî Xakurkê ne êrîşeke bi obûs û hawanan li dar ketiye. Di encama van êrîşan de şewata ku destpêkiriye hê jî didome.
6 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Rêber APO
Efû? Ma pirsgirêk ne ev e. Pirsgirêk ne ew e ku ez werim efûkirin an na. Gelo vana wisa texmîn dikin ku qenciyê dikin? Vana nikarên ciddiyeta pirsgirêkê fêm bikin. Ji vana re nêrînên min baş ragihînin. Vêya çima wisa diaxive?
Pirsgirêk ne ew e ku ez werim efûkirin an na. Pirsgirêk zêdetir kûr e. Ev deh sal in ku ji bo pirsgirêk çareser bibe, çi ji deste min hat min kir.
Naha ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, wê li hevhatineke civakî yan jî muzakere destpê bike. Girîng e ku ev çêbibe. Pêwîst e baş bi dawî bibe. Ez berê cuda difikirîm. Em şoreşê difikirîn. Ez dizanim ka li Tirkiyê şoreş û dij-şoreş çawa tê kirin. Niha ez di rewşekî wisa de me ku ez van hemûyan fêm dikim. Min dîrokê û şoreşan pir baş lêkola. Min Hobsbawm û hemû yên din xwend. Me dikarîbû em şoreşê pir kûr bikin. Lê belê, wê pir bi êş bibûya. Me nexwest ku em bivin sedema van êşan. Loma me xwest ku em pirsgirêkê bi awayekî demokratîk çareser bikin. Mirov dikarê bi şêwaz (tarz) û rêbaz (yöntem) ên demokratîk mafên civakê, daxwaziyên demokrasi û îdealên azadiyê pêk bîne. Li Tirkiyê gelek pirsgirêk hene, pirsgirêka bekariyê heye. Tê gotin ku heta roja îro 300 milyar dolar ji şer re hat xerckirin. Neha qeyraneke (kriz) mezin heye. Kapîtalîzm hemû deveran girtiye, hemû beşan dadiqurtîne. Ta ku ev kapîtalîzm bi awayeke ewqas hovane were pêkanîn, ti pirsgirêk çareser nabe. Ez nabêjim ku em dikarin kapîtalîzmê ji holê rakin, li em dikarin kapîtalîzmê sinordar bikin. Ji bo vê, pêwîst e mirov bi rengekî pir rast û kûr nêzîkî pirsgirêkan bibe.
Ji bo çareseriya demokratîk a vê pirsgirêkê, pêdivî bi muzakereyek heye. Tu yê vê pirsgirêkê çawa muzakere bikî û çawa çareser bikî? Min li vê derê bi caran got: Ez dixwazim vê xwînê bidim sekinandin. Ez dixwazim van pevçûnan (çatışma) bidim sekinandin. Ê min, berpirsyariyeke min a dîrokî heye. Heta roja îro, min vê berpirsyariya dîrokî bi cih anî. Min pir dîqet kir ji bo ku pevçûn (çatışma) û mirin çênebin. Eger ez ji vê derê destê xwe vekşînim, wê tiştên bixof (korkunç) çêbin. Herkes dizane ku li herêmê çandeke mezin a siyasî çêbûye, pênc-deh hezar kesên çekdar li çiyan hene. Her wisa her cûre heza kurdan jî heye. Ti kes nikare wan bide sekinandin. Eger tê xwestin ku ez li vê derê van mirinan û pevçûnan bidim seknandin û rol bilîzim, wê deme pêwîst e şart û mercên min jî werin sererastkirin. Ez li vê derê ne di wê rewşê deme ku karibim tiştek bikim. Ez bixwazim jî, nikarim vê yekê bikim. Berî her tiştî pirsgirêkên min ên tenduristiyê ne guncav in ji bo vê yekê. Ne gengaz (mümkün) e ku bi van pirsgirêkên tenduristiyê û di van mercan de ez vê berpirsyariyê bidim meşandin.wekî din, tiştên din jî hene. Mînak, em bêjin ku erdhejek (zelzele) çêbû û em li vê derê mirin. Ango, gengaz nîne ku bi van mercan ez vê berpirsyariyê rakim û vê rolê bilîzim.
Piştî ku di 15’ê Tebaxê de nexşeya xwe ya rê pêşkêş bikim, ezê xwe vekşînim. Êdî wê Kurd bi xwe biryar bidin ka wê çareserî çawa be, wê PKK biryara xwe bide, wê DTP biryara xwe bide. Wê gelê Kurd biryara xwe bide. Eger hun bixwazin, yên li çiya biqedînin; eger hun bixwazin, DTPyiyan biqedînin; ez nizanim ka hunê karibin biqedînin an nikaribin biqedînin; hunê qezenc bikin an hunê hunda bikin. Wê herkes biryara xwe bi xwe bide. Ez li vê derê ne di wê rewşê de me ku derbarê mirovê li çiya de biryar bidim. Kesa/ê ku li wê derê her roj eziyet dikişîne, ew bi xwe ye. Kesa/ê ku di nava pirsgirêkê de ye, ew bi xwe ye. Ez li vê derê nikarim derbarê mirovê çiya de bidim. Heta navenda Qendîlê jî nikare biryar bide. Wê her grûb û her kes biryara xwe bi xwe bide. Ji ber ku eziyetê ew bi xwe dikşîne, ew bi xwe dimire û ew bi xwe tekoşînê dike. Wê rast nebe ku ez di van mercan de di van mijaran de tiştek diyar bikim. Ên Kurdan jî, 40 hezar şehîdên van hene. Nirxên van hene. Mexduriyetên wan ên pir mezin hene. Wê Kurd biryarên xwe bi xwe bidin.
Divê artêş jî vê yekê fêm bike. Divê artêş vêya fêm bike û pêş vê nebe asteng. Bila artêş wisa pir bi xwe bawer nebe. Bila xwe wisa pir bihêz hîs neke. Eger serdemeke pir aloz (kaotik) û pir bi pevçûn çêbibe, her wisa li pêş çareseriyê bibe asteng, wê artêş jî li holê nemine, wê belav bibe û biçe. Artêş jî yekpare (bütün) nîn e, bi parçe ye. Rewşa artêşa sor (kızıl ordu) li holê ye. Artêşeke pir xûrt bû, lê hilweşiya û çû. Li Frenseyê jê re digotin artêşa qral, pir xûrt bû, muhafizên wê yên tatbet jî hebû, lê dema ku gel rabû serhildanê, tê yek ji vana nekarî li hemberî gel bisekine, loma belav bûn û hilweşiyan.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Hinzir û Kastela navçeya Islahiyeya Dîlokê û li hember qada Ovacika Dortyola Hatayê operasyonek hatiye despêkiriye. Di operasyonê de yekîneyên bi tevger ên dijmin cî girtine û hê jî didome.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê tebaxê de bi şev saet di navbera 00:00-02:00’yan de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Avaşîn, Şatûnûs, Xiyatê û Dola Satê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
28’ê tîrmehê pê ve bi navber ji hêla firokeyên kobra yên artêşa TC’ê ve qada Cudî ku girêdayî Şirnexê ye bombebarîn tê kirin. Di encama bombebarînan de şewata ku derketiye hê jî didome.
3 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Li gundê Arûşê li qada Kaşûra ku girêdayî Qilabana Şirnexê ye hêmanên bi navê Saîd Berk, Yasîn Berk û Kemal Berk bi yekîneyeke leşkerî yê artêşa TC’ê re kincên gerîlayên li xwe dikin û li gundên derdorê û li qada Kaşûrayê li gel çewsandinan dikin û kemînan davêjin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel biryara bêçalakîbûnê ya tevgera me artêşa TC’ê li hember hêzên gerîlayên me yên HPG’ê di meha tîrmehê de 21 caran operasyon li dar xistiye û digel hemû pejinkariya gerîlayên me carekê di navbera leşkerê artêşa TC’ê û hêzên gerîlayên me de ji neçarî şer qewimiye. Di vê mehê de li hember van operasyonan ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek li dar neketiye. Di tevahiya mehê de hem li eyaletên me yên bakur hem jî li Qadên Parastina Medya ji hêla artêşa TC’ê ve 17 caran êrîşên bi hawan û obûsan li dar ketiye û 8 caran jî ji hêla balafirên şer ve êrîşên hewayî li dar ketine û eydî gundiyan gelek zevî û baxçe zirar dîtine, gelek sewal telef bûne. Ji bilî van ziraran gelek daristan jî şewitîne. Di vê mehê de bi tevahî 5 gerîlayên me jî şehîd ketine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Gera Çemçê û Geliyê Kalo ku girêdayî Çemçêya Qersê ne operasyonek hatiye destpêkirinê. Artêşa TC’ê piştî ku di 31’ê tîrmehê de bi paş ve vekişiyaye li qadan yekîneyên veşartî û bi tevger hiştine û hewl didin ku bi keşifkirinan re kemînavêtinan pêk bînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 31’ê tîrmehê de artêşa TC’ê li hember gundê Talîsa û derdora wê ku girêdayî Çelê ya Colemêrgê ye operasyonek li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Sîstema TC’ê digel ku dibêje ez ê demokratîkbûyînê bi pêş ve bixim û li ser navê çareseriya pirsgirêka kurd ku ji hêla yekîneyên taybet gelek komkujiyan bişopînim û hesap bipirsim, lê di hêleke din ve jî mirovên me yên welatparêz qetl dike.
- Ayrıntılar