Rêber Apo
Min di Nexşeya xwe ya Rê ya 160 rûpelî de van hersê rêyan jî, bi awayekî berfireh, vegotibû. Di nexşeya min a rê de pêşgotineke dîrokî heye. Pêşgotineke pir muazam e. Min nêrînên xwe yên ka wê çareserî çawa dikare pêşbikeve vegot. Min di nexşeya xwe ya rê de jî pênc rehendên (boyut) di derbarê pergala KCK’ê de diyar kir: aborî, civakî, siyasî, huqûqî û dîplomatîk. Qada civakî, mijarên weke rêxistinkirina perwerdeya xwe di nava xwe de dihewîne. Qada navnetewî ew tişt e ku em weke qada dîplomatîk binav dikin. Ew ramana Davutoglu ya avakirina Konseya Stratejîk li herêmê ji Konfedarasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn, ku min berê diyar kiribû, hatiye girtin. Pêkanîneke wê ye.
Lê ji ber nexşeya min a rê di destê wan de ye, AKP ji wê sûd werdigire. Denîz Baykal mijarê hinekî dizane, dibêje “AKP nexşeya rê ya Îmralî pêktîne”. Ev tespîta Baykal rast e. Lê belê AKP nikare nexşeya min a rê pêkbîne. Lê ji nexşeya min a rê sud werdigirin. Davutoglu li derve, Erdogan jî li hundir jê sûd werdigirin. Dema ez di nexşeya xwe ya rê de jî çareseriyên demokratîk ên li Rojhilata Navîn diyar dikim, min Konfederalîzma Demokratîk a Herêma Dîcle-Firat pêşniyar kiribû. Davutoglu niha bi Îran û Surî re hevdîtinên vê yekê dike. Rast e, nexşeya min a rê didizin. Niha AKP ketiye nava lez û bezê. Ji axaftina wan a li Agirî jî ev tê fêmkirin.
KCK, li ser bingeha azadiyê de rêxistingeriya demokratîk a civakê ye. Rêxistingeriyek e ku ne li ser bingeha dewletê ye, ne jî li ser bingeha federalîzmê ye. Ew yek e ku civak xwe li derveyî dewletê rêxistin dike. Xwe rêveberiya civakê ya demokratîk e. Ew tişta ku em jê re dibêjin xweseriya demokratîk jî ew e. Dibe ku têgeh ji hev cudatir bin, lê cewher heman e. Dikare bi navê min ev pergala KCK, bi riya sûdwergirtina ji nivîsên min ên berê, bi awayekî berfireh ji çapemenî re were dayîn.
Komên ku hatine qasidên aştiyê ne. Ez ji bo komên ku hatine spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Bila vana ji niha û pê ve di xebatên aştiyê de cîh bigrin û bixebitin. Dikarin di Meclîsên Aştiyê de bicîh bibin.
Yên ku wê ji Ewrûpa jî bên, dikarin werin. Eger rewş neguhere, ezê ti bangawazî nekim ji bo ku ji niha û pê ve kom werin, ev ne rast e jî, ev pispayeyî ye û bêrûmetî ye. Lê eger dewlet biçe bi PKKê re hevdîtinan çêbike û pê re lihevbike û eger PKK bi xwe koman birêke ez nikarim ji vê re tiştekî bêjim. Ev biryarek e ku ewê bi xwe bidin, ev biryar min girê nade û nabe biryara min. Wê teqez careke din ji aliyê min ve bangawaziya koma aştiyê çênebe. PKK wê bi xwe were yan neyê, ev karekî ku ew bi xwe dizanin. Wê biryara xwe, xwe bi xwe bidin.
Armanca min a ku min ji van koman re bangawazî kir ev bû: dewletê xwest cerbandinek bike. Xwest biceribîne ka dilsozê min in an na û çiqas dilsozê min in. Min jî got “ wê guhdariya min bikin, gelê min guhdariya min dike.” Diviyabû bihata diyarkirin jî ku dilsozê min in. Min bangawazî kir him ji bo pêşiya siyaseta xetimandî were vekirin û him jî ji bo ku ez vê yekê nîşan bidim; wan jî guhdarî kir û hatin û dilsoziya xwe nîşan dan. Ez ji hemûyan re spas dikim û spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Yên di 99an de hatin, bê amadekarî hatin. Me hinekî neheqî li wan kir. Nediyariyek hebû. Me wê demê wisa texmîn dikir ku wê dewlet vê firsetê binirxîne, lê me wê demê nekarîbû dewletê tam tehlîl kiriba, me wê tam nasnekiribû.
Ji niha û pê ve ji bo çareseriyê sê qonax pêwîst in, min vana di nexşeya xwe ya rê de diyar kiribû. Ev dikare bi awayekî nivîskî û devkî jî were diyarkirin. Qonaxa yekemîn, wê dewlet tevahî mafên Kurdan têxe bin ewlehiyê. Wê di vê mijarê de ewlehiyê bide min. Wê min îqna bike. Emê jî ji dewletê re îspat bikin ku em ne cûdaxwaz in. Emê îlan bikin ku em ne dabeşkar û cudaxwaz in. A duyemîn, emê îlan bikin ku em tundiyê weke rêbaz esas nagirin. Emê rêbaza tundiyê ji dewrê derxînin. Wê di vê qonaxê de dorhêla nepevçûnê were avakirin. Wê tundî-pevçûn neyên jiyîn. Wê dewlet jî çareseriya demokratîk bipejirîne û wan pênc rehendên Kurdan ku min hijmart bigre dîqetê. Wê derfet bide ku Kurd xwe bi xwe birêve bibin. Lê ji bo ku vana bikaribin çêbibin, pêwîst e pêşiya min were vekirin. Pêwîst e mirov tevahiya van tiştan pir biberfirehî nîqaş bike. Dema ku min berî niha gotibû ku pêwîst e ez aliyê wê yê leşkerî 90 roj û aliyê wê yê ewlekariyê 45 rojan muzakare bikim, ez qala vê yekê dikim. Ev wisa ne hêsan e.
Eger ev pêk were, weke qonaxa duyemîn, wê xwe vekişîna derveyî sînoran pêkwere. Weke qonaxa sêyemîn jî wê dewlet ew ewlehiya ku bide di huqûqê de bide xuyakirin; wê destûra vê ya bingehîn, zagonên wê û rêziknameyên wê çêbike. Wê di mewzûata heyî de guherînan çêbike. Di rêjeya ku dewlet vana pêkbîne de, wê paşve vegerîn çêbibe.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 24’ê cotmehê de ji danê sibehî pê ve ji hêla firokeyên kobra yên Artêşa TC’ê ve qada Şehîd Xebat ku girêdayî Çewlikê ye bi awayekî gûrahî hatiye bombebarankirinê. Piştî vê êrîşa ku hetanî danê êvarê berdewam kiriye, eydî Artêşa TC’ê li qadê yekîneyên biçûk ên kontra bi armanca keşifkirin û kemînavêtinan li qadê hiştine.
25 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Gotinek heye, dibêje ku; “Ku em ji hesin bitirsiyana, em ê li trênê siwar nebûyîna” Li hember tehdît û hereşeyên dewleta tirk encax gotineke wisa ciyê xwe bigire. Ku tirseke vî gelî hebûna, li hember faşîzma wan, wê ji zû ve dev ji têkoşînê berdana û bi deh hezaran şehadetî nedana ber çav. Ku têkoşîna me heta roja îroyîn li ber xwe dabe û her diçe mezintir bûbe, girêdana gelê kurd a azadiya xwe ye.
Ev heft heşt meh in, pirsgirêka kurd di rojevê de ye û her diçe çareseriyek berbiçav sîstema TC’ê neçarî gavavêtinê dike. Di demeke ku siyaset ber bi xitamandinê ve diçû û hêdî hêdî hêvî kêm dibûn û me şûrên xwe ji kalanên xwe derdixistibûn, ji hêla Rêber Apo ve gavên dîrokî hatin avêtin. Komên aştiyê bi tevlî bêhna zinar û latan, gul û kulîlkan, hêvî û bendewarî, barût û xwêdanê li ser banga Rêber Apo berê xwe dan bajarê xewna me û silavên me hemû gerîlayan ji bircê Amedê û ji çemê Dîcle re birin. Kevirên kurisandî yên bircên Amedê, bi hatina zarokên xwe yên çiyayî kesera bi sedan salan ji ser xwe avêt.
Belê bandora hatina komên aştiyê, pêşwazîkirina gelê me ya mehşerî, fena Berxwedana Zapê bandor li sîstemê kir û hemû saziyên dewletê serûbûn bûn. Dewlet hê jî di nava şoqekê de ye, loma wisa tehdîtên eletewş dikin. Lewma ji bona hatina koma aştiya ya Ewropayê, encax dikaribûn bi pêşîlêgirtinê asteng bikin. Ji ber ku dijmin baş dizane ku çi dibe bila bibe, dixwaze bila komkujî bike, wê digel her tiştî gelê me bi serbilindî ew pêşwazî bikin. Jixwe ev tiştek sembolîk bû û ya dawîn bû. Armanc dilsoziya me ya aştiyê û li hember banga Rêber Apo selmandina girêdana me bû. Nexwe hatin û nehatin ne mesele ye.
Dîmenên pêşwazîkirina şervanên azadiyê, hesreta azadiyê ya gelê kurd û girêdayîna bi gerîla re bi hemû dijminan da çespandin. Di rêgeha şervanên azadiyê de, ji Silopyayê heta Ameda rengîn, gel bû PKK, PKK bû gel. Ma çima nebûna? Ji ber ku ew parçeyek wan bû. Zarokên wan, sembolîk be jî, wekî Qasidên Aştiyê bi serbilindî hatin û gel jî li gorî vê ew kirin taca serê xwe. Li hember vê, gotina ku bê gotin û kiryariya ku bê kirin, ji bona vî gelî em hezar caran şehîd bikevin wê têr neke.
Mijareke din, gotinên fena “radestbûn”, “wê hê werin”, “di însiyatîfa me de ev bûn”, “wê hê werin”li hember xwedîderketin û coşa gel acizî, dirûtî û derewkariya dewlet û AKP’ê ye. Ji hela Rêber Apo ve bi zelalî hate diyarkirinê. Loma bila tu kes û derdor ji me yekalî gavan hêvî neke. Divê destpêkê mafên kurdan bikin bin ewlehiyê û ev bawerî bide me. Bi vî awayî zirûfên bêçalakîbûnê dibe ku bidome. Dîsa ji bona çareseriyeke mayinde, divê Rêber Apo bigihê azadiya xwe. Em tu carî siyasetek, diyalogeg û çareseriyeke bê Rêber Apo qebûl nekin û em ê tê de cî negirin.
Mirov dikare bibêje, têkoşîna dehan salan a gelê kurd hêdî hêdî fêkiyên xwe dide. Îro ku dijmin gavan davêje, hemû ji neçarî ye. Ev hemû bi saya Rêber Apo, şehîdên me û têkoşîna gelê me pêk hat. Tevgera azadiyê neçar dihêle ku sîstem xwe biguhere. Her gava ku AKP davêje jî, tu têkiliya xwe demokratîkbûn û misilmanbûna AKP’ê nîn e. Piştî ku dewleta tirk digel hemû piştgiriya dinyayê li hember PKK li ser neket, ji hêla efendiyan wan ve ev erk û peywir ji AKP’ê re hatiye dayîn. AKP piyoneke bêrûmet û bêrêgez e û pragmatîst e. AKP hem hesabê deshilatiya xwe dike -ji ber ku li pêş me hilbijartin hene-, hem jî li gorî planên sermayeya kûresel a ku di şexsê Emerîka de li Rojhilata Navîn de bi pêş dikeve tevdigere. Berjewendiyên sermayeya kûresel vê ji Tirkiyê dixwaze. Tirkiye neçar e daxwazên sermayeya kûresel bîne cî. Lewre Tirkiyeyeke ku hemû hêza xwe li hember kurdan dimezxîne, bi kêrî van hêzan nayê. Loma niha beşeke dewletê ku AKP di nav de ye, ji neçarî çareseriyeke bi pêş dixin. Di vê çareseriyê de, AKP hewl dide hem desthilatiya xwe biparêze hem jî daxwazên sermayeya kûresel bîne cî. Yanî bi vî awayî, sermayeya kûresel Tirkiyê qebûl nake. Loma naverok çi dibe bila, rêbaz çi dibe bila, wê dewlet here hinek biryaran. Ev dibe mîna Srîlankayê be, dibe ku fena Îspanyayê be, dibe ku fena Îsraîliyan be yan jî tenê kurdan li derdora dewletokekê civandin be.
Niha jî di şexsê AKP’ê de dewleta tirk, heta dawiya salê plan û sekna xwe diyar bikin. Lê AKP naxwaze lez bike. Çareseriyeke ku desthilatî ji dest neçe digere. Jixwe ku bi ser nekeve, wê dawiya wan ji hikûmetên berê xerabtir bibe. Ew jî di vê ferqê de ne.
Ji ber vê yekê, dibe pirsgirêka bi şîdet bidome bi riyên demokratîkî be, tu gelek û civakek bêparastin nabe û bê polîtîka û siyaset nabe. Lewre ne ji gerîlayên azadiyê be, ne jî ji bi hezaran şehîdên me bûna û ne ji siyaseta me ya demokratîk be, wê dijmin navê me jî qebûl nekirina. Rastî ev e ku, hetanî ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê tam negihên azadiya xwe û Kurdistaneke xweser û azad di bin ewlehiya hêzên parastina kurdan de nîn be, wê erk û misyona gerîla tu carî neqede û ji bona ku ev erk û misyon bê berdewamkirinê jî, divê her ciwanek kurd were di nava refên gerîla da ku em siyaseta kurd li parçeyên Kurdistanê misoger bikin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 23’yê cotmehê de danê êvarî saet di navbera 16:30-17:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 21’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Petrot, Girê Hawan, Kinyaniş û Merganîşê êrîşeke obûs û obûsan hatiye li dar xistin. Êrîşên navborî hetanî êvara 22’yê cotmehê berdewam kirine.
23 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 18’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Deriyê Nepîla ku girêdayî qada Garisaya Bestaya Şirnexê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku tê de teknîkeke zêde hatiye bikaranîn, di 21’ê cotmehê de bi paş ve vekişiyaye.
22 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 20’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên gundê Setkarê û qadên Bêmanê û Çemheskê ku girêdayî Bêşebaba Şirnexê ne operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Navenêr ku girêdayî qada Cudî ku bi ser Şirnexê ve ye operasyonek hatibû li dar xistin û di vê operasyonê de gerîlayekî me yî bi navê Ferhad (Muhammed Hamûdî) ku agahiyên der barê nasnameya wî de îro zelal bû şehîd ketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 16’ê cotmehê de bi roj saet di navbera 15:00-18:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Sîlortê ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ne, êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 15’ê cotmehê de danê nîvroj saet di navbera 15:00-15:30’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember gundê Kerû ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar