Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 28’ê Tebaxê de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li herêma Rûbarokê di navbera gerîla yê me û Artêşa TC’ê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de du gerîla yê me yê bi navê Dilşad û Dilbirîn bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 2 Îlonê de di saet 09.30’an de li Herêmên Parastina Medya li Girê Casusê ya li herêma Kotamanê ye ku bi ser Qendîlê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşek hatiye destpêkirin. Êrîşa ji sê milan hatiye destpêkirin ji aliyê gerîla yên HPG û HRK hatiye rawestandin, lê Artêşa Îranê sê caran hewldaye cardin êrîş bike lê tu encam negirtiye. Di heman rojê di saet 23.00’an de bêencam paş de zîviriye, piştre bi havan, obus, katyûşa û bi tankan herêm hatie bombebarankirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Artêşa TC’ê û hukumet a wê ev demeke dirêje amadekariya şer dikir, di meha tebaxê de derxistiye asta herî jor. Piştî hilbijartinê 12’ê Pûşperê bi awayekî sîstematîk amadekariyê şer kiriye û berdewam kiriye. Di meha tebaxê de jî bi awayekî fermî hatiye ser artêşê û di li dijî hemû qadên me êrîş daye destpêkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26’ê Tebaxê de li Dersimê di navbera navçeyên Çemişgezek û Xozatê li dijî Malaxwedê û Derekoyu, cihên stratejîk ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye girtin. Di 30’ê Tebaxê de li dijî leşkerên dijmin ên ji qereqola Amutka derketine ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 29’ê Tebaxê de di navbera navenda Dersim û navçeya Pulur’ê li dijî herêmên Haçelî, Neqeba Rengul, Nenikan, Karataş, paleyên Sincik û Zeynikan bi daxistina ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27'ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li Colemerg li dijî herêma Girê Berxa ji aliyê Artêşa TC'ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera saet 18.00-19.00 'an de li heman hêrêmê êrîşeke havan û obusan jî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Tebaxê de li navenda Agiriyê gerîla yê me ketiye şantiye ya li gundê Sindo yê, li vir maşîneke şantiyê hatiye şewitandin û 9 karker jî ji aliyê gerîla yê me hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsîna karkeran qediyaye di 26’ê Tebaxê de hatine berdan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re !
1. Ji 24'ê Tebaxê û heta niha li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Bê, Bêlatê, Serê Sêvê û Girê Dahole ji aliyê Artêşa TC'ê bi havan û obusan tê bombebarankirin. Bombebarana li herêmê hîn jî berdewam dike. Herweha ji aliyê kumsoran li herêmê kemîn tê avêtin.
- Ayrıntılar
Ji çalakî û raya giştî re!
1. Di 23’ê Tebaxê de di navbera çiyayê Maden û navçeya Erxenî ku bi ser Amedê ye di navbera qereqolên Kalende û Tinê li dijî leşkerên dijmin ê ji venêrîna rê vedigeriya ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke Reyo ya 15 leşker tê de ye hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. 1 kuştî û 4 brîndarê di çapemeniya tirka derbas dibe, dûrî rastiyê ye.
- Ayrıntılar