Ez li haveynê agirê Promethausê dîroka winda digerim..
Hey Promethaus, haveynê agirê winda bide min... Bide min ku, destanê tew biqîrim û di ple û bergên daristanên Çiyayên Zagrosê de, bi nîgarkêşiyek Xwedawendî neqiş bikim. Tu di kîjan çavkaniya neftê de hatiye veşartin Ey Promethaus?
Tu di kîjan boriyên erdgaza di ser singûberê min de haitine dirêjkirin de hatiye veşartin? Tu, di kîjan kûlkeserê de, di kîjan birîna dîrokê de, di talangeriya dgairkerî de hatiye kuştin?
Hey Promethausê dîroka winda, ez di sê danên rojê de tême kuştin.
Li Imralî, haitme zincîr û lele kirine.
Dîse jî, ez kîna jiyana bi rûmet diqîrim û dibêjim: Ez agir im,
Ez mîratzadeyên dîroka qedîm im, di haveynê rojê de rûniştî me, di bedena malzaroka erdê de tirşûtovûbizrî me, dikelim, difûrim... Di kolaneke Deh Malikan de, li baxçê Nuhê Kal, bi hêviyeke tejî stêrik, bi reng û şemala evîneke birçî katdayî me.
Di bedena min de, heeey Promethaus:
Gul pişkivî, agir pişkivî, gotin pişkivî,
Mirov pişkivî, evîn pişkivî, helbest pişkivî,
Hêvî pişkivî, dîrok û destan pişkivî,
Pêpelûka ber bi ezman pişkivî û wek destanên qedîm lehengên hemdemî ber bi ezmanan hilpirikîn. Ref bi ref çûne erşê heftan, niyaz û nimêjên veşartî berhev kirin û hatin, bi serê teliyên lerzok, bizrê jiyanê di malzaroka axê de çandin. Ku şitlên rihanê bi şitlên indeko re, bi basimbara biharên revok re, bi darûdeviyan re, bi gul û gulbijêrkan re, di kefa mista karxezalên welatê min de vekin.
Nuhê Kal, bi dewsên tirsonek, bi awireke revok û hêdî hêdî...
Bizmarek li kêştiyê da û wek çavkaniya jiyanê bangî canlidaran kir...
Hingî navê destanekî hate nivîsandin, navê berxwedanê bû ev...
Ev destan, bû navê kêştiya Nuh
Li serê Çiyayê Hûda hate rûnandin
Dibin banê ezman de bû peymaneke ademî û stêrik vekirin
Piştre Nuhê Kal, ji kolana bajarê Cizîrê mistek av anî û bi usima hezar salan qewî kir, li ser dilopa xwehdana lehengên welatê min danî, piştre di kefa mista zarokên Amedê de danî, li ser bircikên bedena Amedê, bi dengekî bilind, navê cengaawerên welatê min, sê caran, wek ayetên xwedayî xwendin.
Bi berbangê re, di nava pêlên ava Dicle de ber bi kûraya mezopotamya ve dirêj kirin.
Hingî dengê ezman weliya, di nava lorandineke bêhnbirehayî de şeqitî, hat û hat, li bêndera dilê manşêtên rojnameyekê de rûnişt. Hingî navê gerileyên welatê min, yek bi yek di atlasê dilê helbestan de nivîsîn.
Bûne şelîpaneke niyazan û wek niviştokên êşa di bedena Promethaus, mezin bûn, bûne kevirê di destê zarokên li kolana Amedê... Bûne nimêjên roja înê li meydanan... Bûne navên ezberkirî ku li zarokên hîna nebûyî têne kirin
Di wan rojên ku qewlên jiyana nû dihatin nivîsandin û derwêşan helbesta jiyanê wek libên tizbihê darvedikirin... Di germahiya dilên lehengên welatê min de, agirê Kawa gûr û gel bû, haveynê di Kêştiya Nuhê Kal de, di şana mêşa hingiv de şana jiyanê dihuna..
Da ku hevalên zarok, helbesta jiyanê bixwînin
Da ku, di kenê xwe de hêviyê şah bikin
Da ku ronahiya reşka çavên xwe, wek xeftanekî hevrîşmî li kevokan bipêçin û wek kenê lehengên welatê min û helbesta keça gerila, û çerxa jiyanê li hev mehr bikin, bi usima jiyanê li ser diranên çerxa şevûrojê deynin û pêjna dewsa guhertinê li cîhanê teva bela bikin...
Ji deştan bibin gund û bajaran... Li ber kaba dayikên westiyayî deynin... Bibin rondikên çavên karxezalan... Bibin ahên û kûlkeserên veşartî... Bi pakrewanên welatê min re rahêjin baqek helbestên Ehmedê Xanî, bajar bi bajar bigerînin, li derîstana her malê, li ber stuna her konê koçerî deynin, bi stranên Miradko qewî bikin, wek arya di dîwana stêrikan de bilorînin.
Hingî Meleyê Cizîrî
Wê ahenga evîna helbestên xwe biqîre
Hingî Meleyê Bateyî
Wê nîgarkêşiya helbestên xwe hildêre
Hingî, ala rengên erdûezmanî, rengên rojûevînî, ji serê Çiyayên Kurdistanê, ref bi ref dakevin jêr û erdûezman bi jiyan azad û mirovên bextewar bixemilînin.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Ziman nîşaneyeke herî girîng û bingehîn a nasnamê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne, ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lewaz zanibe, bikar neyne, jê bireve, ev jî rûreşiyek e.
Hebûna çandî bi ziman mumkun e. Di vê mijarê de ziman faktoreke herî girîng e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya çandî ye… Nijadkujiya çandî, ji nijadkujiya fîzîkî xetartir e. Dixwazin hebuna Kurdan tine bihesibînin. Ew wer hesab dikin ku ger gotinên pûç bikin, wê Kurd bihelin û biçin.
Ziman hîmeke bingehîn ê netewbûn û yê mirovbûnê ye. Mirovê bê ziman nikare wekî ajalekî jî xwe bi rûmet bihesibîne. Tê tespît kirin ku mirovahî bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê derbasî şaristanîyê bûye. Lê ev jî tê zanîn, ku xaka Kurd li ser dijîn jî xaka cara yekem mirovahiyê wekî mirov deng derxistiye, dest bi axaftinê kiriye, nêrîna xwe aniye ser ziman û bi mirovên din re parve kiriye. Li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê, mirovahî bi dapîr û bapîrên Kurdistaniyan dest bi dengderxistina mirovbûnê kiriye. Lê heyf mixabin, îroj di bin dagirkeriya dewleta Tirk, Ereb û Faris de ji mirovên vê xaka pîroz re dengderxistina bi zimanê dayîka xwe hatiye qedexekirin. Ma gelo ji vê mezintir şerma mirovahiyê heye?
Bi salane polîtîkayên bişavtinê li ser ziman û hebûna gelê Kurd tê meşandin. Ji ber zilm û zordariya dagirkeran zimanê Kurdî hertimî hatiye qedexe kirin û tine hatiye hesibandin. Ji ber van polîtîkayên bişavtinê zimanê Kurdî dibe bi awayê nivîskî nehatibe nivîsandin. Lê bi devokî gel hem êşên xwe, hem keyfxweşiyên xwe, hêviyen xwe, daxwazên xwe hertimî bi zimanê xwe anîne ziman û bi ruxmê dîroka ne nivîsandî ya zimanê Kurdî jî, ev ziman hebûna xwe ji dîrokê ta roja me ya îro diparêz e. Îro jî di astekî bi wî rengî deye, dikare bi awayekî hêsanî dîroka xwe a nivîskî ji nû de binivîse. Di dîrokê de gelek wêjevanên Kurd ku îro di dilê gelê Kurd de nemirbûne, bi destanên xwe yên wêjeyî û neteweyî, bi destxetên xwe hem êş û hem jî nalînên vî gelî anîne ziman. Bi van destanên xwe binav û deng in. Bi berhemên xwe karîne dengê xwe bigihînin hemû mirovatiyê ku ev ziman wê di ti demî de winda nebe, ji ber ku zimanê Kurdî, dayîktî ji zimanê mirovahiyê re kiriye.
Lê a niha jî Bulend Arincê ku ji zanista dîrok û çêbûna mirovahiyê cahîl mayî dibêje, ‘‘zimanê Kurdî ne zimanê medeniyetê ye…’’
Vaye li holê ye, medeniyet li ser vê xakê destpê kiriye. Medeniyet bi zimanê Kurdî bihebûn bûye. Wexta ku zimanê Kurdî bi destanên xwe nav û deng bû, tovê nifşê Tirk qet tine bû. Gava ku destanên neteweyî yên Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran… li ser rûyê cîhanê bûn, peyva Tirk jî tine bû. Ger tu ji zanistên avabûna mirovahiyê dûrbî, têkeve kurahiya dîrokê û bixwîne. Bibîne ku zimanê Kurdî rolekî bi çi rengî di avabûna medeniyetê de leyîstiye.
Di sedsalekî bi vî rengî de gotineke mîna yê Bulend Arinç kirin, şerma dewleta Tirk û asta mirovahiya wan dide diyar kirin. Bi van gotinên Bulend Arinç dixwazin bibêjin, yek ji we jî qala bikaranîna zimanê Kurdî û perwedehiya bi zimanê dayîka xwe nekin. Ger hûn vê yekê bixwazin, cihê we di hûcreyê de hucreye, di zindanê de zîndaneke dine. Yan hunê bêdeng bimînin, yan jî hûnê bi destê xwe, xwe tine bikin. Yan jî ger hun zêdetir israr bikin, hunê di qirkirinê re derbaz bibin. Ji xwe ya tê kirin jî qirkirin e. Qirkirineke çandiye, tine hesibandina neteweyekî ye. Ne hezim kirina dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Xwe ranegirtina li himberî hebûna gelê Kurd e. Li ser gelê Kurd bêrumetiyê ferz kirine. Dixwazin zarokên Kurd jî weke xwe bidin mezin kirin.
Her wisa Bulend Arinç di axaftinên xwe dibêje, ‘‘cihekî ku em dibistan jî vebikin tine ye.’’ Ji xwe ti pêwîstiyên gelê Kurd yên weke hun dibistanan ji wana re vebikin nîn e. Hêviyekê bi wî rengî jî ji we nakin. Îro li hemu parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat, ji heft heya heftê salî li hemû qadên jiyan û xebatê gelê Kurd bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe dipeyîvin. Her wisa bi hezaran zarok û mamosteyên di zimanê Kurdî de profesyonel bûne, li wargeha penaberan a Mexmûrê bi zimanê dayîka xwe dixwînin û dinivîsin. Ew zarokên ku îro li wargeha penaberan a Mexmûrê perwerdehiya zimanê dayîkê dibînin, hemû jî mamosteyên pêşerojê yên zimanê Kurdî ne.
Ji bo vê jî li ser ziman, polîtîkayên helandinê li ser mirovê Kurd çiqasî bandor kiribe bila bike, dewleta Tirkiyê astengî û qedexe kirinan çiqasî pêş de dibe bila bibe, ji bo bikaranîna zimanê dayîkê çiqas, lêdan, êşkence û zîndanê datîne bila deyne, wê ev ziman winda nebe. Berovajiyê wê, wê ev ziman bi dewlemendî û hebûna xwe gotinên yên weke Bulend Arinç di qirika wan de bihêle. Wê ev ziman bibe ben, (ip) û di qirika dagirkeran de bimîne. Di serî de jî wê di qirika Bulend Arinç de bimîne. Ji ber gotinên ku dike hemû jî puç û valane, ji nezanî û cahîliyê tê.
Ger li ser rûyê vê cîhanê tê xwestin ku di nava giştiya mirovahiyê de wekî mirovên bi rûmet cih bigrin û wiha werin pejirandin, pêwîst e di serî de gelê Kurd li zimanê xwe û pê re li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Ger ev yeka ne yê kirin, ti mirovê li ser rûyê cîhanê wê wan kesên bê ziman rişt negre. Ji refê mirovan hesap nake û wê bixwaze hemû mafên wê binpê bike.
Gelê Kurd jî îro xwedî wê hêzê ye ku li hemû qadên jiyan û xebatê xwedî li ziman û rûmeta xwe derbikevin. Gel wê bi zanista zimanê xwe, careke din bi yên weke Bulend Arinç bidin zanîn ku mirovahî li ser van xakan bi hebûn bûye.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Di Rojhilata Navîn de kaos, anarşîzim, feodal û xirabiyên ku têne jiyankirin em pêwîste bi berferehî binirxînin. Kaos çiye? Bi mînakeke piratîkî mirov bigire dest, mirovek di nava pêlên derya de asê maye û nikare ji wan pêlan rizgarbibe, ew rewşa kaosê ye. Xeterî û qirîzên ku werin jiyankirin nexuya ne, dibe ku ew pêlên behrê wî mirovî di nava xwe de bifetisîne, rizgarbûna ji wan pêlan gava ku ew mirov bigihîje bêjayî, wê demê li beramberî kaosê biserketiye. Gava ku mirov dibêje kaosa Rojhilata Navîn tê wateya pirsgirêkên xwe bi hemû rengê kêmasiya yên ku di hundirê vê herêmê de peyda dibin di rewşekî bê aramî deye û nediyare wê kînge pêlên derya wî biqurpîne. Ji bona rizgarbûn ji vê kaosê gelek cureyên ku dibêjin hene. Her yek li gorî xwe rêbazê ji vê kaosê rizgarbûn tîne ziman. Ji ber vê yekê pirsgirêk hene. Di roja îro de hegemoniya sermayedar weke pergaleke cîhanî ya pêwîst û pêdivî pê heye didin nîşandan û kirine çareseriya hemû pirsgirêkan. Eger herêma Rojhilata Navîn nirxên pergala sermayedar, bi ezezîtî û bi lêberalîzma wê bipejirîne ewê nikarbe ji vê kaosê rizgarbibe. Her çiqasî cerbandinên ku hatine kirine berevajî vê yekê isbatdike, lê belê dîsa jî pergala sermayedar isrardike. Ango pergala sermayedar bi israr nîşandide ku rêya rizgarbûn ji kaosê, pejirandine nirxên kaptalîzm yê cîhanê ye.
Bêguman hinek riyên dîtir jî hene, bi taybetî pirojeya bi navê demokrasiya modern, li ser esasê hêlên erênî di çand û civakbûna Rojhilata Navîn de, mirov karibe bi nirxên berbi çav yên esasî, bi taybet milên wê yên zanistî û teknolojî girêbide, bi vî şêweyî dikare ji kaosê rizgarbibe. Di roja îro de bi giştî qirîzek heye, û ev qirîz gelekî dijwar e. Dijwarbûne wê ji kuderê tê? Li hemû cîhanê qirîz hene, lê belê riyên rizgarbûna ji kaosê li wan deveran, bi êş, bi derd û bi felaket nîne. Ji bo hinek taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî, rewşa wan herêman destek dide ku nirxên derve bipejirînin û li gorî xwe ji kaosê rizgarbibin. Mînak di Rojhilata Asya de guhertinên lîberal yên ku çêbûn, vê yekê didin nîşandan. Li Asya Navîn û Qefqasiya hinek êrîşên bi vî rêbazî çêbûn, li ser esasê lîberalîzmekirine pergalê destwerdana dewletên Awrûpa hate çêkirin. Bi vî rengî rizgarbûn ji qirîzê didin nîşandan. Emperyalîzm, di serî de welatên yekbûya Awrûpa vê qirîzê dijîn, ew jî bi rengê belavkirine pergala xwe li hemû cîhanê, qirîzên xwe çareserdikin. Di hêlê fikrî, piropegande û bîrdozî de hemû cîhan di bin bomberanê de hiştiye. Pirojeya sosyalîzmê iflaskir, piroja dînî nikare bibe elternatîf, ji bo vê yekê hewldanên mirovahiyê ji boy bigihîjin çareseriyê hene, ev çareserî jî di kesayeta pergala sermayedar de dîtine. Ango demokrasiya lîberal pêkhatiye. Hemû pergal di hilweşandine kaptalîzmê de biserneketin û binketin, radestî wê bûn, vê yekê jî isbatkir ku pergala heqîqetê dişopîne û heqîqet di destê wê de ye, kaptalîzme, ji ber vê yekê pêwîste ev pergal were begemkirin. Li hemberî wê bertek û raxisyon hene, wan bertek û raxisyonan jî bi rengê hov dinirxîne. Mîna ku ew bertek û raxisyon wê mirovahiyê paşde vegerîne, mehkûmî tinebûne dike û êrîşên xwe yên li ser Îraq, Afxanistan, Lîbya û tevgerên demokratîk mîna tevgera me, rewa dibîne. Di Rojhilata Navîn de pirsgirêk çareser kirin gelekî rehet dibîne.
Li ser Rojhilata Navîn gelek tişt têne gotin. Herdem rastî tiştekî isbatdike; hemû pîlanên ku derbarê vê herêmê de têne pêşxistin, dema ku rûbirû piratîkê dimînin, iflasdike. Bi sala ye ji bo ev herêm bibe perçek ji hêzên cîhanî, cerbandin hatin kirin û xwestin di milê civakî û çandî de biguherînin, lê belê biserneketin. Çiye rastî? Rojhilata Navîn zû bi zû ji bona begem kirine fikrên derve ne amade ye. Rojhilata navîn nikare van guhertine bipejirîne. Ev nepejirandin ji çi tê? Ji ber çanda civakî ya bi hezarê salan, hîna jî bi bandore. Ew kesayetê bi rêvedibe, moral, hest û terzê wî yê jiyanê diyardike, ji bo vê yekê guhertinên derve nikarin biserbikevin. Pîlanên ji bona dizayîn kirine Rojhilata Navîn herdem serkftine wan nemayînde ye. Pêwîste mirov li ser vê rastiyê bisekine. Pirojeyên guhertine heya astekî li Rojhilatê Asya û li Amerîka bi serdikevin, lê belê li Rojhilata Navîn bisernakevin. Ev çanda ku bi hezarên salan di vê herêmê de çêbûye bi bandor e. Gelek tevgeran ceribandin ku Rojhilata Navîn ji wê qirîzê rizgarbikin, fedakarî jî hate kirin, milên wê yên zanistî hebûn, lê belê bi serneket. Çima bi sernketin? Ew hewldayîn li dijî dagirkeriyê bû û dibe ku gelek hewl hate dayîn ji bona qirîza Rojhilata Navîn were çareser kirin, lê belê bisernekt. Mînak hewldayîna rohnsansa di Rojhilata Navîn de ya dawiya sedsala 19 an û destpêke sedsala 20 an li dijî dagirkeriya derve bûn, lê belê bi çekên wan şerê wan kirin. Modernîte pejirandin, xwestin rizgarbûna ji qirîzê bi kopyakirine nirxên modernîte kaptalîst di welatê xwede pêkbînin. Jiber vê yekê heya derece dawiyê girêdayî modernîte bûn. Koletî jê re dikirin. Bê ku dudilî jiyanbikin her tiştê wê dipejirandin, lê belê di heman demê de li dijî dagirkeriyê têkoşîn dikirin. Ev yek nakokî di serê mirov de çêdike. Ev yek tê wateya ku kopyakirin jî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nake. Tevgera zanistiyê ya ku di Rojhilata navîn de derket, bi giştî jî tevgerekî ku pala xwe dida modernîte kaptalîst, ango pala xwe dida nirxên modern yên Awrûpa, yên ku ji şoreşa Ferensa û Îngilîz girtine. Xwestin demokrasiya Awrûpa û mafên mirovan yên Awrûpa, mafê bîrey li Îran, Misir û Tirkiye pêkbînin. Mirovên mîna Cemaledîn Afxanî, Kawa Kidîn, Mîrza Markon hebûn û li dijî dagirkeriyê û monarşiyê bûn, li gorî xwe xwedî pirojekî rohnesansê bûn, lê belê bisernektin. Sedem çiye? Kesên ku ji derve dixwazin pergala xwe bidin rûniştandin, nikarin biserbikevin. Ne jî kesên ji hundir de bi nirxên derve dikarîbûn pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Mînak di İfrîqiya de xwendevan diçûn welatên dagirker dixwendin, li Feransa û Belçîka dixwendin, ev hemû hêzên li ser İfrîqiya dagirkerbûn. Gava ku ev xwendevan divegiriyan İfrîqiya dixwestin wan tiştên ku girtine derbasî welatê xwe bikin. Wan xwendevanan dikarîbûn guhertinekê bidin çêkirin û biserdiketin. Xwestin bi vî teşeyî li Rojhilata Navîn jî guhertin bidin çêkirin, lê belê bi gel re nebûn yek û nebûn malê gel. Qirîza hêza dînamîk ya hundirîn têrê nake ku kaosê derbas bike û bigihîje bêjahiyê. Bi rêya êrîşên leşkerî yên mîna Îraq û bi veguhestine hinek çandên dîtir jî nikarîbûn pirsgirêkan çareser bikin. Bi vî teşeyî pirsgirêkên Rojhilata Navîn hîn zêdetir kûrdikin. Em nikarin bibêjin encam negirtine, Amerîka û Awrûpa qezencdike, lê belê nikarin qaosa Rojhilata Navîn çareser bikin û derbasbikin. Ango pirsgirêkên hundirîn, xîzantî û nezanî nayê derbaskirin. Dema ku em bixwazin li herêmekê guhertin bidin çêkirin, şoreşekê bidin çêkirin û pirsgirêka wê çareser bikin, pêwîste em berî her tiştî pêvendarê (mensûp) wê heremê bin.
Şehîd Rûstem CÛDÎ
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, di nava tixubên Tirkiyê de, li Kurdistanê jî li metropolên Tirkiyê jî bi guman e. Ji huquqê Tirkiyê, ji demokrasiya Tirkiyê, ji siyaseta Tirkiyê, ji Medya Tirkiyê, ji desthilatdarî û muxalefeta Tirkiyê teva bi guman e...
Gumanên wiha mezin û kûr, komên xelkê ber bi argumanên cûda dibe.
Bûyera dawî, ku wek volqanekê Anqera kire nava erdehejekê, daxuyakirin ku, siyaseta neteweyî, yan jî îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk, bûye nexweşiya frengiyê.
Çima frengî?
Eger, desthilatdariya dewletekê nirx û pîroziyên demokrasî bi pesindarî bîne ziman, li aliyê din, cemaeta ku rekihên reşbînî diafirîne, serdestiya xwe di nava hunandina wan pîrozî û nirxên demokrasiyê de avabike, frengî serdestî wê îdeolojiyê bûye. Rekihên reşbînî wê hêdî hêdî, nirx û pîroziyên demokrasî teva parçe bikin û destîniya 600 salî ya Osmaniyan, ku pirsgirêk tenê bi Qur’anê dihatin çareser kirin, bikevê dewsa wan. Pêdivî bi hişmendiyeke orîjînal tune bû. Nıha jî, hêdî hêdî hişmendiya Fetul-munkîr serdestî her tiştî dibe.
Çima frengî?
Eger desthilatdariya dewletekê, forumên pirsgirêkên neteweyî rêz bike û ji demokrasî bêhtir teokrasiyê bike pratîkê û lewlebaziya yek milet, yek ziman, yek al, yek netew bike, frengî hukumranî wê dewletê bûye. Ev hişmendiya Îttîhat-Terakî ye. Baş tê zanîn ku heyama Îttîhat-Terakî heyama şikefta reş e. Hişmendî teva di urê xwe de difetisin û tunebûn. Cemaeta Fetul-munkîr bi maskeyên cûda digere û dîrok û rastiyan teva, bi gotinên Cenabê Pêxember, Xweda inkar dike û fetwayên qirkirina gunehkariyên mirovahiyê didin.
Çima frengî?
Eger, desthilatdariya dewletekê, siyasetê ji zanista sosyolojî, felsefî, dîrok û pedagojîk dûr bike, di dewsa wan de, demagojî, nîq, dek û dolab û şantajê bike pratîkê, bi navê Xweda û Pêxember, ewliya, embiya û qas qencê Xweda komên xelkê bixapîne, frengî li her baskê dewletê bela bûye.
Çima Frengî?
Eger desthilatdariya dewletekê, li projeyên xwe, li kiryarên xwe (çi bi destên xwe, çi bi destên kesên duyemîn û sêyemîn) kiribin pratîkê xwedî dernekeve; hemberî ku her kes rastiya projeyan jî, ya kiryaran jî fêm kiribe û zanibe; aliyê din yê pirsgirêkê proje û kiryaran teva ji raya giştî re eşkere bike û rayedarên herî sereke vê rastiyê mandele bike, yanî înkar bike, li proje û kiryarên xwe xwedî dernekeve, frengî di şahdamarê wê dewlet û desthilatdariyê de serdest bûye.
Bûyera dawî ku wek neynika krîza siyasî ye, ev rastî eşkere kir. Ji ber ku banga dozgerê taybet ya şêwirmendê nû û kevin yê MÎTê, û têkildarkirina bi KCKê re, destpêka krîza siyasî ye. Lê armanc, ji tiştên li darî çavan gelekî kûrtir e.
Krîza siyasî, şerê navbera hêzên dewletê ye. Ev şer ne tenê di navbera desthilatdarî û muxalefetê de ye. Kûrtir û ferehtir e. Ev tê wateya ku frengiya li tevahiya sazî û dezgehên dewletê de serdest bûye, cih cihan diteqe. Ev teqîn wê berdewam bikin.
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ku, wek şagirtê dilsozê demokrasî toz û dumanê radike, di demên dawî de, hêza xwe ya xitabetê li dijî BDPê seferber kiriye. Berî krîzê û di roja ku birîna frengiyê teqiya jî, BDPe kire hedefa xwe. Ev siyaseta qedîm ya Erdogan e, ji bo ku qirêj û gemara kiryarên xwe veşêre û bide jibîrkirin, her dem serî li riyên wiha dide.
Di komkujiya li Roboskî de heman tişt kir. Bi sosyolojiya bûyerê lîst û ji rastiyê bêhtir, enformasyona li dora bûyerê derxiste pêş û bi astrumanên li dora bûyerê jî dengên cûda derxist.
Mîna kurd dibêjin, “kêr giha hestî”, di şerê eniyên dewletê de jî, “kêr giha hestî.”
Lê em jibîr nekin, bûyera dawî destpêka kirîza siyasî ye, krîza aborî jî li devê derî ye...
Bi du-sê hevokan be jî, em teqîna birîna frengi hinekî bixepêrin. Dozgerên AKPê, demeke dirêj Ergenekon kirin rojevê, hem rojev guhertin, hem jî hêzên dewletê parçe kirin û pêşiya AKPê û Cemaetê Gulen paqij kirin. Niha jî dozgerên AKPê, dixwazin KCKe bikin rojevê, ji aliyekî ve eniya Kurd, ji aliyê din ve baskên dewletê bike nava mijulahiyên cûda û pirsgirêkên bingehîn bide jibîr kirin.
Serokatiya Konseya Rêvebir a KCKê bi daxuyaniya dawî, da xuya kirin ku, ew nayên lîstika desthilatdariya AKPê û got; “Pirgirêka Kurd, neteweyî ye û ji pirsgirêkên navbera hêzên dewletê pirr pirr mezintir e. Dive ku tu kes vê prisgirêka ciddî û dîrokî neke amûr û alavê şerê navxweyî.” Lê exlaqê siyasî yê AKPê jî, yê CHPe jî, biqasî hişmendiya wan ya demokrasî û nirxên demokrasiyê ye. Yek mîratzadeyê faşîzma spî ye, yê din jî Xwedayê faşîzma kesk e. Lewma mirov hêviyên exlakê siyasî û cididyeta dewletî ji wan nake.
Ne ew bi tenê; destilatdariya AKPê, bê-exlaqiya qedîm ya Îttîhat-Terakî û bikaranîne sergeredeyên ulufe-xwer û ketîtiya yenîçeriyên hemdemî, (siyaseta bi realîzma îdeolojiya fermî ve girêdayî û îdealên xurdetî), kiriye pratîkê. Yemîçeriyên hemdemî ku bi îdealên xurdetî xemilandî ne, di rexneyên xwe de, siyaseta “felzekê” bikartînin. Dive Kurd li hemberî vê îdeala bi formulasyonên “felzekî” ve girêdayî şiyar bin. Ev navê popolîzma demokratîk e û tehlokeyeke mezin e.
Niha populîstên demokrat û siyasî, ku bi nifşê xwe kurd in, di kêleka Xwedanê populîzma demokratîk de rûniştine û şerê gelê Kurd dikin.
Populîzma demokratîk, rûreşiya exlaq û zanista siyasî ye. Dive ku, rewşenbîr û entelektuelên Kurd, li dijî vê tehlokeya mezin şityar bin û bêdeng nemînin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ez welatekî dijîm
Bi navê xelatgîriya cangorî û lehengan, bi rûpelên dîrok û neqşa atlaseke nû ya cîhanê li ber şeqafeke bi napalmê parçebûyî; wek straneke qedim, di newaleke kûr de, di şerê li dijî Skenderê Mekedonî de, îro jî hawarê dijîm...
Ezb ln geliyekî kûr, li ber dergûşeke şikestî di nava aveke şemûsî de, har û dirrinde; di nava dîrokek talankirî de, li dijî pêjna dewsa Mogolan û Timurê Seqet, li Keliha Mêrdîne, îro jî li dijî mancinîqên kujer berxwedanê dijîm...
Di Riya Hevrîşîm de li dijî talangeriyê, ez welatekî dijîm...
Li ber çemekî bê kelek û bixwînê dijîm. Wek pêlên Zapê di mesîl û kevanên çiyarêzan de herikîm, di nava gotinên destanên parçekirî de dibezim. Hingî destanê Rustemî Zal, hingî gotin bi gotin ji nava rûpelên Şahnameya Firdewsî derketin û hatin, li ber kaba Bêrîvana Cizîrî rûniştin.
Min kanîk çêkirin...
Min qaşkêşek çêkirin...
Min doqik çêkirin...
Min tepûskên teliyên bizmarî çêkirin...
Ez bi zarokên Amedê re welatekî dijîm. Li anîşkên kolanên bajarê qedîm davik bi davik û kemîn bi kemîn digerim.. Da ku evîna birîndar derman bikin û dengê xwe bigihînin nobedarê li serê Çiyayên Zagrosê...
Metîna ye...
Şekîf e...
Cîlo û Govendê ye...
Bagok û Cudî ye...
Çarçela û gerileyekî bê nev e...
Di meydana cengê de li hemberî dagirkeriya bi çekên kimyewî hatiye nû kirin, qîran dide; wek evîna Siyabendê Silîvî rekihên polayî parçe dike... Wek kura bûkê, da ku bombeyên gazê neavêjin û şahlewendê dilê min parçe nekin. Da ku di bûkaniya xwe de, berbûliyên min stranan bêjin. Da ku di zavatiya xwe de, govendê girêbidim. Da ku mija ji desmalên Babîlê û heta bi çîroka di Tewratê de bijîm.
Îsa ji çarmixê dabixim û Fawlusê Azîz ji ber lepê şêrên Arêna Romayiyan xelas bikim. Da ku, galadyatoran ji zincîr û leleyan azad bikim. Hingî Çîçeron û Sezar çiqasî di qesrûqonaxan de, mil bidin stunên mermer û biaxivin jî, pênûsa dîroka zilimkaran wê şikestî bimîne.
Ez welatekî li Xabura Tewratê..
Ez welatekê li Helexa Tewratê dijîm...
Ji Stêrikên Mecûsiyan û yekemîn car axaftina Îsa di pêçekê ji nû de dijîm û di dîrokê de binivîsim û bêjim, “ez welatê xwe di dîrokê de dijîm, ez welatê xwe di xwînê de, di dagirkeriyê de dijîm” û bêjim, “ev ne qeder e, jehrîyek qedîm e.”
Ez welatekî bi kulûkeser, bi janûhajar, bi Keldan û Ermen, bi Ezdan û Mazdan, Xiristiyan û Yarasan dijîm, weke pelzera li ber bayê payizek sirr û bi seqem, di ber şibaqa heft duwelên xedar dijîm. Wek sazûmankarekekî estetîka xwezayî dûr, bi lewleb û kewna jiyanek sîtemkar re dijîm. Nalên û himmên, bi xedra erdûezman, wek destîniyek neçarûbêzar dijîm.
Keldabûm ez, tofan rabû.
Ermen bûm ez hawar rabû.
Ezda bûm ez ferman rabû.
Xiristiyan bûm ez lehî û şape rabû
Di çaryanên jiyanê de her dem rastî sergerdeyên cîhanê hatim ez.
Ez welatekî dijîm,
Li ser qubikên Laleşa Pîroz û di nava termên li bajarê Helepçê dirêjkirî eğ... Li cihê herî bi tirs û di nava tecrîdeke li Imralî de... Mîna teşiya ristinê, davik û kemînên di nava qîr û teşqeleyan de badayî, min bi zincîr û lele dikin û dibinê zerzemîneke deryayî, wek Promethausê demê, bi şelîtên qorsanan û bi fermana Erînsy girêdidin.
Ez welatê xwe di stranên Homerîk de dijîm...
Gotin bi gotin, hevok bi hevok ji destanê Rustemî Zalê de, dirêjî Derya Spî û Ege dibim, da ku destanên Homeros bikim meratl û nekevim davik û kemînên Hespê Truwa...
Bi çepereke şikestî û bê sênc de, welatê xwe dijîm...
Bi birîneke daxdayî...
Bi rondikên ne berhevkirî...
Bi lorîna dilojarê...
Û hawara neçariya dibin berfa atomîk de... Di wê kêlîka ku teyroka mîskêtan di nava dumanê balafirekê de wek libên tezbihê li pey hev dibine şelîpan û bêhna min diçike, ez destîniya bexîl, bextreş, çepel û gemarî dijîm.
Ez welatê xwe di vijdanê razayî de dijîm...
Ez welatê xwe di bêdengiya lîstika sê meymunan dijîm...
Dimirim...
Parçe dibim...
Dişewitim...
Difetisim...
Di gorên komî de winda dibim..
Vijdanê razayî nabîne, nabihîze û deng nake... Ev agirê di nava xewna min de ye û min, di nava peymanên mafên mirovan de, di bin sîwana huquqê navneteweyî de, bi nirx û pîroziyên mirovahiyê dipêçe û di nava pêl û şelqên okyanusên cîhana siyasî de difetisîne.
Cejna min dikujin...
Ola min dikujin...
Laleşa min dikujin...
Erd û ezmanê min, bi av û dar û deviyên min re dikujin...
Dîse jî lehengên mîna Bahoz û Berwar, mîna Piling û Çekdar, mîna Avaşîn û Rojda, mîna Gulê û Gulîstan, cemedana xwe bi serbendî kulavî û şahlewendiya cengawerî girêdidin û ronahiyên agirê azadiyê bi porîk, temborîk û biskên xwe ve girêdidin û dimeşin...
Aliyekî min dibe okyanusa berxwedanê... Aliyekî min dibe çemê Dicle û Firatê... Aliyekî min dibe Zagros û Bagok... Aliyekî min dibe destê şevê û pêjna dewsa sersibehiya bûkaniya welatê min. Aliyek jî dibe helbesta stêrika sibehê û bi ayîngeha sibe û dusibe re dibe niyaz û nemazên azadiyê.
Azad Çiya
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê Sibatê de di navbera saet 19.00-23.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Sernê, Ditaza, Nêrweh, Zêvê, Sarkê û Bîmê, girên Şikefta Brîndara, Angola, Ferhat û Marya ku bi ser herêma Zapê ve ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hate lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Tekoşîna Azadiya Kurdistanê saleke tekoşînê ya dîrokî û girîng pêşwazî dike. dewlet û artêşa faşîst a tirk ji bo vê tekoşînê lawaz bike, derbe bike her cûre êrîşan bênavber lidardixe. Dewlet û artêşa dagirker a tirk ku zivistanê weke fersendekê dinirxîne, ev çalakiya li Çelê hate lidarxistin ji bo terora li ser Rêbertiya me û opersayonên di mehên zivistanî de hatin lidarxistin, bersiveke. Gerîla yê me yê di her şert û mercê de bi ruhê cangorî yen APOyî liberxwe dide, di vê çalakiyê de jî ç
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Sibatê de di saet 02.15’an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî gelek hedefên artêşa dagirker a tirk bi awayekî koordîne ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyên hemwext hate lidarxisti.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3’ê Sibatê de li navçeya Êlihê Hezoyê li dijî derdora Zozanên Gomika ji aliyê artêşa dagirker a tirk û Polîsên Tevgera Taybet operasyonek hatiye lidarxistin. Di vê operasayonê de 5 gerîla yê me şehîd ketiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 9’ê Sibatê de ber destê seharê li navçeya Colemergê Çelê li dijî gelek baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyên hemwext hate lidarxistin. Di encama çalakiyên hîn jî berdewam dike de gelek leşkerên dijmin hate kuştin û hin amûrên leşkerî jî hate desteserkirin.
- Ayrıntılar