ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 18 cotmeh demjimêrê şevê 21:00 an de ji aliyê gêrîllayên me ve li beramber santrala Hidro Elektirîkê ya ku li ser ava çemê Aras girêdayî navçeya Qers Qaqizmanê tê çêkirin de çalakiyek ya hişyariyê hatiye pêkanîn.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Beriya dû rojan li çiyayê Şengalê çalekiyek ya gel a protestoyî çêbu. Lê belê ji ber ku nebe sedemê tu pêkhateyên provakatîfî û moral nede dijminê em ji bo dayîna çapemenîyê me rast ne dît. Lê belê ji aliyê Rûdaw TV ve ev çalakî hatiye berûvajî kirin û weke ku gêrîllayên me gel li hember pêşmergeyan sor kirinê de nûçe hatiye çêkirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 17 cotmehê demjimêr 05:an de gêrîllayên me li Şengalê li hember çeteyên Diaş çalakiyek ya teqemenî pêkanîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re !
1. Di roja 15 cotmehê di demjimêr 14:00 an de gêrîllayên me li gundê Gabarê yê Şengalê li hemberî çeteyên Diaş çalakiyek ya teqemenî ( sabotaj) pêkaniye. Di vê çalakiyê de wesayîtek ya çeteyên Diaş hatiye armanç kirin û hatiye roxandin. Di virde gelek çete hatine kuştin lê belê jimarek diyar ne hatiye hînbûyîn.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re !
1. Di roja 14 cotmehê de balefirên artêşa tirk yên şer û keşfê ji demjimêr 06:30 an heya demjimêr 16:00 an li ser herêma Zap ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya yê bi awayek timî firiyan û xebatên keşfê kirine. Herwiha balefirên keşfê heya demjimêrên 22:00 heya 22:30 an de tevgerên keşifkirinê berdewam kirine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re !
Pêvajoya agirbestê ya bi deklarasyona Rêber Apo ya 21’ê Adara 2013'an weşandibû destpê kir, her çiqasî cih bi cih ji aliyê hêzên artêşa dewleta Tirk ve hatibe îxlalkirin jî her dualiyan heta îro bi rê ve birin. Piştî du salan cara yekê ye artêşa Tirk li hember hêzên me yên gerîla operasyoneke hewayî pêk anîye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. hêzên me yên Gerîla di 12'ê Cotmehê demjimêr 21:00 de li gundê Varga Xaliya yê li herêma Şilo ya Şengalê, ji sê aliyan ve li dijî çeteyên Diaş çalakî lidar xistin. Çeteyên ku kemîn danîne pêşiya hêzên me yên gêrîlla, kemîn ji aliye hêzên me ve zû hatiye dîtin û bi çekên ferdî gerîla bi bandor li çeteyan xistine.Li vir 7 çete hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Dewlete Tirk bi her awayî erîşa dibe ser Kurdan û jibo ku Kobanê bikeve dewlete Tirk heman her tiştî dike. Piştgiriya DAÎŞ jî bi her awayî dike. Ser sînoran de pirr vekirî çekan, çeteyan jibo DAÎŞ derbas dikin.
Xuyaya ku dewleta Tirk tenê ketina Kobanê jibo xwe bes nabîne. Hin zêdetir tiştan dixwaze. Qala ketina Afrîn dike. Qala ketina Kanton’ên din dike. Jibona vê jî erîş birin ser gelê me yên ku diherikîn Pirsûs’e. Dîsa gelê me yên ku li Pirsûs kom bûn û dixwastin Kobanê re piştgiriya bidin, asteng kirin. Ev têra nake him erîşa gelê me li Pirsûs dikin, him jî dibejin; “DAÎŞ û PKK jibona me wek heve.” “DAÎŞ çiye PKK jî ev e.” Dîsa dema ku Tevgera Azadî Pevajoya Çareserî giredana wê bi Kobanê anîn ser ziman: bi gotinên “Kobanê cudayê, Pevajoya Çareserî cudayê” re nezîk bûnên pirr erzan kirin û hêna jî dikin.
Kobanê eve 25 roj bûn ser piyayê. Berxwedanaka pirr bê hempa gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ raber dikin. Û hêna jî ev berxwedana didome. Di dîroka mirovahî de berxwedanaka bi vî awayî dibe ku em zû zû nabînin. Dema ku hinek hêz xwe wek dewlet dihasibînîn û hinek jî xwe jibona dewlet bûyîne amade dikirin, bê ku DAÎŞ fîşengek biaveje mevzî û kozik terk kirin û revîn. Him jî gelê Şengal heliştin û revîn. Lê wek me anî ser ziman YPG û YPJ bi gelê Kobanê hevre wiha 25 rojin berxwa dide.
Lê mixabin wek me li jor anî ser ziman dewleta Tirk bi her awayî jibo ku Kobanê bikeve her tiştî dike. Tevgera xwe jibo ketina Kobanê leztir dike û kir jî.
Baş e, eme hember wê rewşa dewleta Tirk çi bikin? An jî pêwîste em çi bikin? An jî rewşek wiha de em e Kobanê çawa biparêzin? Em e çavên xwe çawa jibo vala kirina Kobanê bigirin, an jî em e jibo ku Kobanê wek bajarek Kurdan bimîne çawa tekoşîn bikin? Dîsa em e benda wê bisekînin ku Kobanê bikeve, an jî em e nirxên yên ku milê gelê Kobanê hatine qezençkirin biparêzin?
Dualî ango nakokî ev e. An Kurd yê Kobanê biparêzin, an jî yê Kobanê terk bikin. Heqe Kurd jibo parastina Kobanê biryarê xwe bidin, yê wê çawa bidin û yê çawa bîryarê xwe pêk bînin?
Em baş bizanin bi ku Kobanê li Kobanê naye parastin. Kobanê serî de wek îro li seranserî Kurdistan berxwedanî heye, bi berxwedaniyên wiha pirr mezin tê parastin. Pêwîst em Kobanê li Amed biparêzin.
Berku piştgiriye herê zêde jibo DAÎŞ serî de dewleta Tirk û hinek saziyên xwe wek saziyên sîvîl navdikin, dikin. Jibo vê pêwîste em tevahî hêzên ku piştgiriyê didin DAÎŞ li Kurdistan derbixin. Wana li Kurdistan bidin seknandin. Heriqandina çekan, çeteyan û piştgiriya lojîstîk bidin seknandin. Dîsa çiqas saziyên dewleta Tirk yên ku piştgiriyê didin jî em bikin hedefên xwe.
Îro kî van erîşan dibin ser gelê Kurd? Dîsa kî îro astengiya piştgiriya Kurdan jibo Kobanê dike? Pêwîst ev werin tespît kirin û gore wê jî tedbîr werin istandin. Me got yên ku astengî çedikin li Kobanê jîn nakin. Yên ku berxwedaniya Kobanê lewaz dikin jî li Kobanê jîn nakin. Evna hemû hundirî bajarên Kurdistan’a Bakur jîn dikin. Wê deme tiştên ku em jî bikin em Kobanê li hundirî bajarên û gundên Kurdistan’a Bakûr di biparêzin.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Çete îro bi tevahî hêza xwe erîşek pirr dijwar dibin ser Kobanê.. Sê aliyan de DAÎŞ û aliyekî vê jî dewleta tirk Kobanê dorpeçkiriye.
Çeteyên komkirî yên navnetewî va demek direj bû erîşan dibin ser gelê Rojava. Ruxme piştgiriya gelek hêzên navnetewî van çeteyan nikaribûn vîna gelê Rojava bişkeynin. Dema nikaribûn gelê Rojava, hîcar erîş birin ser Mûsûl. Piştra Tîkrît hwd. Gelê Kurd eşên van çeteyan herî zêde li Şêngal jiyan kir. Tiştên ku pêra qewmî herkes dizani. Milekî YPG û milê din vê HPG di tevahî eniyan de erîş birin ser DAÎŞ. Celawle haye Kerkûk, Maxmûr haye Mûsul, Rabîa haye Şengal ev erîşên hêzên tevgera azadî bê navber hena jî dimeşe. Lê dema ku DAÎŞ erîş biribû ser Rabîa û Şêngal peşmergeyên PDK bê ku şer bikin kozik û çeperên xwe terk kiribûn. Lê pêwîste em bejin ku peşmergeyên YNK jî di berxwedana gelê Kurd de bi lehengtî cîhe xwe girtîbûn. Wek me got kengî hêzên tevgera azadî di hemû çeperan de berxwedanî pêşxist hêdî hêdî peşmergeyên PDK jî ketin nav liv û tevgere.
Dîsa kengî DYE plansaziyên xwe bi destî DAÎŞ’e ser rojhilatanavîn meşandin, dûv re, hewceyî û pêdiviya wan bi DAÎŞ nema bû. Jibona vê jî hinek erîş birin ser DAÎŞ û çeperên wan. Dîsa hemû cîhana dile xwe de pêşverû xwe dihasibîne hat hawara PDK û soz dan ku çekan ji wan re rêbikin. Û gelek çêk heta niha jî rêkirin.
Hêza çeteyên ku li Irak û Başûr de gelek tengav bûn tevahî hêza xwe komkirin, hemû çekên xwe anîn ba hev û amade kariyek pirr mezin kirin da ku erîşek bibin ser Şoreşa Rojava. Bê ku em li vir zêde ser bisekinin ev ne plansaziyek dûrî DYE û CIA’yê.
Niha jî di 15 elûn’e vir vê DAÎŞ bi tevahî hêza xwe erîşek rastî jî pirr dijwar dibe ser Kobanê. Gelê Kobanê, keçe Kobanê, kure Kobanê û zaroyên Kobanê bi hemû hêza xwe berxwedidin. Çete bi çekên pirr giran û gelê Kobanê bi dil û kilêşên xwe... Gelê Kurd li Bakûr tevahî ser pîyayê.
Rewş rastî jî pirr girane. Metîrsiyek wek Şêngal ber deriye. Bêguman berxwedaniyek bê hempa dimeşe. Lê teknolojî çekên kuştine yên giran pirr destî çeteyan de henin. Dîsa dewleta tirk rojane alîkariya DAÎŞ dike. Dîsa Kobanê cîhe xwe wek deştekeyê û derdorê xwe jibo dorpeç kirine vekiriye.
Rewşek wiha de pêwîste hêzên Kurdan çi bikin?
Piştgiriya hêzên Kurd yê çi bibe?
Dema ku hêzên çeteyan xwe kom dikin em hêzên Kurd gerez çi bikin?
Dîsa gelê Kurd pêwîste çi bike?
Gelek pirsên wiha gengaze ku em bipirsin.
Serî de gelê Kurd pêwîste di hemû cîhên ku ew li dijîn jiyana bisikînin. Gerez jiyan were felç kirin. Dîsa seran sere sînore Kurdistan pêwîste wek dîwarek xwe rêz bikin. Nahêlin ku yek guleyek ango fîşengek ji DAÎŞ re biçe.
Dîsa li kudere hêza çeteyan ango piştgirên wan heye pêwîste van dorpeç bikin.
Dîsa gelê me pêwîste li qada navnetewî de tam ser piya bi. Û her roj saziyên navnetewî rehetsiz bikin, mijûlbikin, gengeşiyan derbixin.
Ev yek. Lê hêzên Kurd yên leşkerî karin çi bikin?
Yên ku karin bila hêzên xwe yên leşkerî rêbikin hawara Şoreşa Rojava. Lê dibe ku ev ne gengaz be. Tişta hena gengaz ev e ku, hêzên Kurd yên li Başûre Kurdistan de dijîn û xwedan gelek çekan; di tevahî eniyan de karin erîş bibin ser DAÎŞ.
Erê îro sedî sî zêdetir erdnîgariya Kurdistan dest DAÎŞ’de. Wê deme binasî ango sedeme hêzên Kurd pirr xort henin ku erîş bibin ser rexistina çeteyan. Yek jî her roj çeteyên DAÎŞ li Başûre Kurdistan de erîş dibin ser gelê Kurd û peşmergeyan. Û em dizanin û em dibînin ku gelek caran peşmerge şehîd dikevin. Wê demê çima em disakinin?
Em direj nekin; heqe hêzên Kurd yên Başûre Kurdistan dixwazin alîkarî bidin Kobanê pêwîste li Irak û Kurdistana Başûr de erîşa bibin ser DAÎŞ. Him jî niha, li hemû çeperande.
Bê ku yek hûrdem ango dakîkayek bisekinin pêwîste hêzên Kurd yên Başûre Kurdistan erîşe xwe bidin destpêkirin.
Piştgirî jî ev e, alîkari jî ev e. Dostanî jî ev e. Welatparêzî jî ev e. Niştiman perwerî jî ev e. Kurd bûyîn jî ev e. Mirov bûyîn jî ev e.
Erê hêzên Kurd yekemîn erka wan ev e ku hema niha li Başûre Kurdistan û di Irak’te bi gerîlayên PKK, hêzên herêmî yên ku dijî DAÎŞ’e xwe hatine avakirin, erîşa bibin ser çeperên DAÎŞ û tevahî hevalbenden wan...
Erk jî ev e, mirovahî jî ev e, kurd bûyîn jî ev e, niştimanperwerî jî ev e, parastin jî ev e, Kobanê rizgarkirin jî ev e...
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Dîsa Agir dibare ji ezmanan
Ewrên bêdem konê xwe vedidin.
Û dîsa teyrên penaber berê xwe didin warê dûr.
Diweşin pelê daran û tovên nû dikevin
Ser axa Kawa yê Hesinkar û warê xwedevandan
Dîsa dikele Kela Dimdimê
Dîsa dikelê Birca Belek
Dîsa tovê şehîdan diweşin li ser axa kul û kîn
Bi hezaran sal in dibine şahid
Ev teht û lat, ev kendal û zinar
Ev deşt û çiya, çem û newal dibine şahid…
Çawa xwîn herikiye wek barana baharê
Çi qehremanî hatine nivîsandin.
Bi pelê zer û sor… vaye Harûna!...
Vaye çelengên kurdan
Vaye berxwedana keç û xortan
Dîsa hûn bûne şahid ey deşt û çiya
Şerê şeran bi çeqel û roviyan re.
Hûn îro bûne şahid rêwiyên şad
Çavên agir û pêt re
Hûn bibin şahid…
Gurzê Ristemê Zal
Ketiyê destê Cuma yê lehenk
Ne melkemot dibîne û nemir in
Her cara ku dihejê gurzê Ristem
Dibe rêz laşê dijmin û mîna çemekî
Di nava dijmin de diherike tirs û mirin
Di wan awirên mîna xençerekî tûj
Û wek çavê teyrêbaz diqetîne sinya xwînmijan
Ey dîrok! Vaye tu dibîne
Wek Şehrazan wek Besêyan
Dîsa jinên qehreman şîn dibin
Û dibine kelemên reş di nav dilê dagirkeran de
Evîna Ekîn veşartiye di nava bircên Amedê de
Hestên wê weke çemê Dîcle diherike
Û di Amedê re derbas dibe
Heya Şat ûl Arabê digihîjê Firatê
Û dibe behr digere li nava cîhanê
Lê mixabin nizane ku ev çem
Bûye mêhvanê Harûna…
Dilê heval Dûnya îro birîne
Ne ku birîna lewaztî û belegaziyê ye
Birîna Edûlê ye
Ku evîna xwe şad nebûye
Şad nebûye, têra xwe çiyayê Kurdistanê
Di nav heriya sor de veşartiye
Û dizane ku wê her bahar
Dermanê vê birînê şîn bibin
Bi navê tolhildanê…
Awazên heval Newal digihişt
Heya siltanê ker û lal.
Û diqelişand dilê dijminê bêmirad.
Ketiye nava payîzek bêwext û qîr dike.
“Ez bernadim ax û hevalên xwe
Heya dilopa xwînê heye di laşê min de.”
Û rûyê wê şad û kêyfxweş dibe
Ji ber ku li ezmanan dinêre ew çavên reş û belek
Û sitêrka xwe dibîne di nava kerwanekî ne serî heye ne binî.
Ey deşt û çiya! Erd û ezman!
Bibînin û dîsa bibin şahid
Şûrê Eliyêşêr Zûlfîkar e
Ketiye destê heval Çirav
Çekên cengê li xwe girêdide
Û Zûlfîkar dihejînê
Di vê roja sor û reş de.
Şûr badabû wek carên cara
Û xwîna sor û dirêje.
Bi dengên tivink û çekan baran dibare
Li ser sînga Çiravê şûrdar û çekdar de…
Ey mirovno! Carek din bibînin çawa şer dikin dînemêrên kurd
Mîna Derwêşê Evdî bû
Aşîkar bû…
Çavên wî bi şer sor bibûn.
Ji bilî xwîna dijmin pê ve ti der ne didît.
Li hember zirav û mêraniya wî
Ezraîl jî şaş mabû…
Mordem û Karwan bû
Mîna du pilingan
Hêvî û dildariya wan dadigirt dil û kezeb
Erd û ezman
Dihejandin deşt û çiya
Wextê ev herdû can
Ketin li ser axa sar,
Kok û demarên xwe berdan
Dibin heft tebeqên mîtanî û medya!
Belê di nava Harûna de bûne yek çeper
Û mil dane ber hev kurdên ciwanper
Wek bav û kala gotî:
“Gelek li ber xwe dan
Heya birca kelê bi xwîna xwe av dan.”
Û heşt siwarî ketin nav karwanên nemiran
Bûne ronahî di şevên reş û tarî de
Bûne volqan û teqiyan
Pêt û agirên wan belav bû li ser Mezopotamya
Qîrekî bide dayê!
Li ser wan bedenên sar û dilên weke agir bêje;
“Namirin keç û xortên min
Ew hertim şîn dibin nava axa min.
Dibe ku pel biweşin
Dibe ku payîz were
Lê tu car hişk navê dara min”
Keserekî di hinavan de bikişêne
Û dîsa qîr bike!...
“Mirin nîn e li ser axa min a bibereket
Her tovekî şîn dike bi sedan
Li ser her tovekî ez av didim
Rondikê çavan û wan mezin dikim.
Bi rengê sor û zer
Û bi hestê tolhildan û Kurdistanê.”
Kendal Cîzre BOTAN
- Ayrıntılar