Rêber APO bi gotina ‘‘Cudahiya bingehîn a ku me ji hemû tevgerên din vediqetîne; ew jiyanên xwe di ser îdeolojiyên ku ava kirine de dijîn, em jî bîrdoziya xwe di ser jiyana heyî de ava dikin.’’ Gotina rêbertî bi rastî felsefeya jiyanê ya Tevgera Azadiyê bi zelalî danî holê. Di bingeha jiyana me de jî nirxên bingehîn ên ku şehîdan afirandine hene. Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Belkî jî bi qasî di dîroka ti tevgerê de nayê dîtin, di dîroka partiya me de, di wateya bilindbûnê de em xwedî diyardeyeke şehîdan in. Îro yên ku rêya me ronî dikin û di ser nirxên ku afirandine de dikin ku em xwe didin têkoşîna xwe, yek ji wan şehîdan jî hevala Ronahî ye. Rast fêmkirina diyardeya şehîd, bi hişmendiya kûr a vê rastiyê ve tevgerîn, bi qasî rast nirxandina rabirdûyê tê wateya li ser bingehên saxlem ên pêkanîna avakirina dahatûyê jî. Mirov bikaribe wateya vê rastiyê bi hemû aliyên wê ve fêm bike; tê wê maneyê ku pêşketina têkoşîna me ya jiyana azad a ku îro girseyî bûye jî mirov baştir têdigihîje. Bi vekirina pêşiya rizgarbûna civakî, avakirina şexsiyeteke şoreşger a bi her aliyên xwe tê de nûbûn mimkun e û dîtina sekneke bi anor e. Fêmkirin şehîdan, gihîştina armancên wan û li gor armancên wan dayîna têkoşînê; rêya serfiraziyê bi hemû aliyan ve ronî dike. Îro dema em di rêya ku di encama fedakariyên mezin ên şehîdên me de vebûye de dimeşin, layiqî wan bûn û li gor felsefeya jiyanê ya ku wan ava kirine xwe tevlîkirin deynê stûyê me ye.
Vegotina şehîd divê ku nehêsan be. Ev nakokî bêîstîsna di her yek ji me de, di şervanên azadiyê yên ku xwe dane lêgerîna jiyana azad de tê jiyîn. Ev pirs ‘‘Gelo wê vegotinên min bikaribin wê/î hevalê/î têr û tije pênase bike?’’ di hişê hemû hevalan de derbas dibe. Lê tevî her tiştî divê bê vegotin. Tenê ne vegotin, felsefeya wan a jiyanê, hêvî û xeyalên wan divê em bi jiyana xwe re û bigihînin dahatûyan. Li ser vê bingehê tiştên ku em ê hewl bidin li vê derê vebêjin her çi qas bi aliyekî şehîd pênase bike jî, bi wêrekiya zanîna ku deynê stûyê me ye, em ê hewl bidin bînin ziman.
Wekî me li jor diyar kir Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Yek ji van şehîdan jî hevala Ronahî ye. Hevala Ronahî bi eslê xwe ji Êlihê ye, lê bi xweşikî ne Kurdistan ne jî Êlihê dîtiye. Hevala Ronahî hê di temenekî biçûk de ye di encama pêkutî û îşkenceyên zêde yên dewletê daye ser malbata wê de, neçar dimînin ku koçî bajarê Îzmîrê ku yek ji metropolên Tirkiyeyê ye. Dijmin wisa texmîn kiriye ku; mirov çi qas ji welatê xwe dûr bikeve wê ji xwe û nirxên xwe jî dûr bikeve, pir paşê wê fêm bike ku di nav şaşitiyeke çawa de ye. Malbata hevala Ronahî welatparêz e û nirxên xwe di her qada jiyanê de parastine. Ev nirx û rastiyan di zarokên xwe de jî didin jiyîn û li gor vê rastiyê wan mezin dikin. Hevala Ronahî her roja ku diçe mezin dibe û li xwe diwerqile û êdî hatiye merhaleya biryar girtinê. Pir berê biryara xwe dabû. Lê wê hîn watedar bikira û di ve çarçoveyê de wê helwesta xwe ji aliyê jiyana azad ve daniya. Dema ku kêliya biryarê hat, tenê tiştê difikirî û li aqilê wê dieliqî, gihîştina pîroz a ew ax û çiyayên qedîm bû.Heyecana wê ji niha ve wê hembêz kiribû, di çavên xwe de bişirîn, di awirên xwe de kêfxweşî, di dilê xwe de qêrîneke ku dixwest qîr bike asîmanan vedişart. Dema ku kêliya gihandina pîroz hat bi nermikî bişirînek diavêt çavên Rojê yê bi ken. Kuçeyên tarî yên Îzmîrê qelaşt û ber bi welatê roj û agirî ve ket rê. Di demeke germ a sala 2004’an de rêya çiyayan girt, bêyî ku kêliyekê jî dudiliyê bijî. Tenê cihekî hebû ku agirê dilê wê hênik bike: Çiya! Ew çiyayên biheybet mîrata dayik û bapîr, bav û kalên wê bûn.Her tim weke keleha berxwedanê hatibûn hilbijartin, bi saya çiyayan hemû nirxên xwe heta van rojan anîbûn. Jiyana sexte ya bajarê hinde mezin di xeyalên wê de cî negirtibûn, sexteyî û kirêtiyên wan di xwe de deşîfre kiribû. Belkî ji ber vê bû jî ew qas zû hînî çiyayan bûbû û di dilê çiyayan de cî girtibû.
Li ser sifreya me,
Li koşa herî serî,
Cî girtiye keçeke wêrek.
Çavên wê behîvî,
Hêviyên wê li Mûnzûrê veşartî…
Ji dema ku min ew dît û pê ve, bi sekna xwe ya saxlem li ser min bandor kir hevala Ronahî. Bi kesayeta xwe ya ku ji tawîzdayînê ti carî neditirsiya bi fedakarî dibeziya her karî. Di pêvajoya pênc mehên ku em bi hev re man de, kesayeta xwe ya weke navê xwe ronî dida derdora xwe her tim parast. Dema ku vesazkirina wê çêbû em hemû heval ji ber vê rewşê pir xemgîn bûbûn. Ya ji me re ma; rûkeniya wê, şahiya li derdora xwe belav dikir û sekna wê ya ji rêxistinbûnê tawîz nedida bû. Piştî çûndina hevala Ronahî jî; me behsa aliyên wê yên ku me ji xwe re mînak digirt di jiyana xwe de me pêk dianî û bi coş behsa wê dikir. Piştî demekê vesazkirina min ji tabûra ku ew lê bû re hat çekirin û ev min gelek kêfxweş kir.
Hevala Ronahî xwedî kesayeteke wisa bû ku ji xwendinê pir hez dikir her wiha xwendina xwe bi yên li derdora xwe re parvekirin û nîqaşkrinê esas digirt. Me jî bi daxwaziyeke mezin li wê guhdar dikir û dixwest vegotinên wê fêm bikin. Herî zêde jî li gor dahûrandinên Rêber APO daxwaziya wê ya xwe perwerdekirin û jiyana xwe di vê çarçoveyê de avakirina wê moraleke mezin dida me û di pêşketina lêgerînên me de rola pêşengtiyê dilîst. Pêşeng bû hevala Ronahî. Beriya ku ji hinekan re bibêje ‘vî tiştî bike’ di jiyana xwe de pratîka wî karî dikir û yên li hember xwe bi vî rengî teşwîq dikir. Di navbera ti hevalî de cudahiyê nedikir, di çarçoveya heman pîvanan de hewldana wê ya ji xwe tevkariyek dayîn û bi qasî têr bike bi pêş xistin her tim di jiyanê de xwe nîşan dida.
Hevala Ronahî di tabûrê de sabotajkar bû, bêtirs diçû ser erkên xwe û heta ku serkeftî nedibû dest jê bernedida. Xwe bi serkeftinê ve kilît dikir û di vê çarçoveyê de dibû xwedî hewldaneke mezin. Tabûra me bi gotina dijmin li ser ‘xeta sînor’ bû. Cihê sifirê yê li ser xeta Îran û Iraqê bû. Em bi hêzên dijmin re li hember hev bûn. Paygeha wan a ku pasdar tê de bûn û dişibiya kelehekê di me de kîn û nefreta heyî ya li hember dijmin hê jî zêde dikir. Bihara 2008’an bû û dijmin bi her aliyî ve êrîşî me dikir. Li ser gelê me pêkutiyên zêde dihatin kirin, li ser xeta sînor ciwan dihatin gulebarankirin, mirov bêsebeb diavêtin zîndanan û bi wehşîtî dihatin darvekirin. Divê ji van qirêjiyan re bersivek bihatana dayîn. Bi tevlîbûna pêngava ku ji aliyê Tevgerê ve hatibû destpêkirin di me hemûyan de coş û moralek mezin ava bûbû. Ev coş û moral herî zêde jî di şexsê hevala Ronahî de xwe dida der.
Ji bo çalakiyeke sabotajê; hevala Ronahî, ez û du hevalên din me li ser xeta derbasbûna pasdaran mayînan binerd kir. Hevala Ronahî pir xwînsar bû. Xwînsarî û wêrekiya wê gihabû hevdû. Tenê pirsgirêkeke me hebû, ew jî bendêmayina derbasbûna pasdaran bû. Ceribandina yekem neserkeftî bû. Di derbasbûna wesayîtê de mayîn neteqiyabû û wesayît derbas bûbû. Ji ber vê hevala Ronahî gelek aciz bûbû. Ev nedihat qebûlkirin. Bi lez û bez me mayînê ji wê derê rakir û li nêzî paygehê ji nû ve binerd kir. Mayîn teqiyabû lê me encama ku tê xwestin bi dest nexistibû. Ev jî, yekcarî hevala Ronahî xemgîn kiribû. Di pêvajoyeke wiha de, ev neserkeftinî nedihat qebûlkirin. Ev neserkeftinî wê çawa bihatana telafîkirin? Heval Ronahî di vegerê de tim bi fikirîn di ber xwe de tiştinan digot û dimeşiya. Aciziya wê ji awirê wê yê tûj ve diyar dibû. Lê ji bo em pê nehesin û moralê me jî nekeve dest bi strandinê kir. Dengê hevala Ronahî pir xweş bû. Du stranên wê yên ku herî zede jê hez dikir û tim digot hebûn; Îro dîsa û Ez Ocalan im. Dema em ber bi tabûrê ve diçûn hevala Ronahî fikreke ku dema çalakiyê hatibû aqlê wê bi min re parve kir. Çend meh beriya vê çalakiya me, di tabûreke din de, bi sedema teqîna mayîna ku wan danîbû heval Baharîn û heval Serhat şehîd ketibûn, hatibû bîra wê û diyar kir ku ji ber vê jî pir baldar bûye. Gotibû ger mayîn biteqe û şehîd bikeve tirsiyabû ku bikeve destê pasdaran. Di civateke ku me bi hevala Ronahî re kiribû de gotibû; “Ger rojek ez şehîd bikevim, li ku derê dibe bila bibe, ez dixwazim di vê axa pîroz de bêm definkirin.” ev gotina wê ji min re pir balkêş hatibû. Çima pêwîstî bi vê gotinê dîtibû? Wê demê min wate nedabûyê, lê min ê ji ku ve bizanibûya wê ji çalakiya ku piştî bîst rojan çêbibe wê nikaribe vegere!
Welatê min...
Kulîlkên wê tên çinîn bêpirsiyarî!
Her ku pêl ew axa qedîm dibe,
Birîndar dibe axa wê.
Xemgînî xwe li milên evînê dipêçe;
Ziman asî,
Dil bi agir!
Divê çûndinek hebe ber bi stêrkan ve.
Û divê ji Rojê re silav bê dayîn...
Pêkutî û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê her roja ku diçû zêdetir dibûn. Diviyabû bersivên hîn xurt bihatina dayîn. Li ser vî esasî, zemîna lidarxistina çalakiyek ji aliyê hêzên ku tabûra me jî di nav de bû, hat avakirin. Wê bi şev, êrîşek li paygehekê bihata kirin. Ji ber vê yekê me xwe bi şens didît. Heval Ronahî vê biryarê weke şensekî dinirxand. Ji ber ku qadê nas dikir ev şens hîn zêdetir dibû.
Du roj beriya çalakiyê, ji bo tepeyekî li qadê -ku ji aliyê tabûra me ve her tim dihat girtin- bigirin bi tîmek heval re ez jî çûm. Roja din hevalên di koma êrîşê de hatin li gel me. Di nav koma êrîşê de hebûna hevala Ronahî min gelekî kêfxweş kiribû. Ew roj me gelekî nîqaş kir. Bi kelecan bû, kelecana wê ji her halê wê ve diyar bû. Ev kelecana wê hêzeke mezin dida min jî. Dema saeta çalakiyê nêz bû, êdî wextê xatirxwestinê hatibû. Her çi qas me ji xatirxwestinan hez nedikir jî, me wan bi gotina ‘serkeftin’ û dirûşma ‘Bijî Serok APO’ bi rê ve kir. Beriya ku biçe êlekê xwe danî ba min û bi nermikî, bi rûkeniya xwe ya her demî çû. Min ê ji ku ve bizanibûya ku ez ê cara dawî vê bişirîna ku dilê me germ dikir bibînim...
Saet pîştî nîvê şevê bû. Taveheyv hebû û her der mîna rojê ronahî bû. Bi heyva ku bi nermikî di pişt tepeyan de winda dibû re di şevê de tevger jî zêde dibû. Çalakî dest pê kiribû. Guleyên bişop tariya şevê diqelişandin û gurmîn ji esmanên wê şevê dianîn. Bîsvîng, bîksî, qlêş û bombeyên li pey hev diteqiyan… Me li tepe bi kelecaneke mezin bêtêlan dişopand. Piştî demekê di bêtêlan de banga birîndarekî hat kirin. Çalakî serkeftî bû, qereqol bi giranî hatibû texrîbkirin, wendahiyên mezin bi dijmin hatibû dayîn. Çalakî hatibû bidawîkirin û piraniya koman serkeftî gihîştibûn cihên xwe. Çavê me li rê, em li hêviya koma êrîşê bûn. Bêtêlan diyar dikirin ku tenê birîndarek heye, nebûna zêdetir wendahî me kêfxweş dikir. Heval hatin. Çepik, dirûşme û hembêzkirin… Lê hevaleke me tune bû. Û xemgînî weke kabûsekî ketibû nav hevalan. Çavên min li hevala Ronahî geriyan. Lê min nedidît. Min wate nedabûyê. Çima bêdeng disekinîn û çima hevala Ronahî li gel wan nîn bû? Paşê hat fêmkirin ku hevala Ronahî şehîd ketibû. Di êrîşê de hevalekî din jî birîndar bûbû.
Çûndineke din jî çêbû
Şopa ling hê teze ye
Xemgînî û reşahiyek xwe li şevê girtibû
Rondika bêkes e belaya demê…
Ew tirsa hevala Ronahî ya ku bîst roj berê ji min re gotibû pêk hatibû û ketibû destê pasdaran. Ev min xist nav êşeke hîn girantir. Hêj min nikaribû şehadeta hevala Ronahî li ba xwe qebûl bikiraya, îja min ê çawa ji xwe re qebûl bikira ku ketiye destê pasdaran? Ev rewş zorê dida min, min dixwest heta ku hêza min têrê dike biqîrim, heta bibêjim kûr û bigirîm. Wê çaxê belkî çareyek lê bibûya! Kêliyek be jî min xwest ez xwe bixim şûna hevala Ronahî. Di rewşeke wiha de wê hevala Ronahî çi bikira, wê bibûya xwediyê tevger û sekneke çawa? Weke ku dihat ber çavên min. Û ez rêhevalê hevala Ronahî bûm, min diviyabû di xwe de hinek be jî wê sekna tîk pêk bianiya. Ez bawer dikim ku,tişta ku wê ji min bixwesta ev bû. Herhal ji ber vê bû ku min êlekê wê avêt ser milên xwe û silav da berbangê. Di zeraqa berbangê de min dîsa di tîrêjên roja hilhat de rêhevala Ronahî bi bîr anî. Bayê ku ji zozanê Dola Kokê ve dihat, hesreta hevala Ronahî bar kir û min xwest bigihîne wan diyarên dûr ku, ji dilê hevala Ronahî qet dernediketin. Ji bo bigihîne giravê, dilê giravê… Di harbûna ava Dersimê û Mûnzûrê de ji bo bigihê raza jiyana bêdawî.
Min xwest hemû xweşikahiyên xwezayê berhev bikim û ji porê wê re bikim tacek. Min xwest çarîka spî ya dayîkê bavêjim ser û destê wê hine bikim. Bûbû bûka van axan. Weke çendî şervanên azadiyê, weke çendîn jinên Kurd ên bengînê jiyana azad, weke Zîlan, weke Sema, weke Gulan… Di çardehê hezîranê de tu tevlî karwanê şehîdan bûyî. Belê tu ne ya destpêkê û ne jî ya dawî yî. Lê weke ya destpêkê çû, çûyîneke rûspî û bi rûmet...
Bi roniya di çavên te yên behîvî de dibiriqî, bi bişirîna ku qet ji rûyê te kêm nedibû û bi hêviya bêdawî ya di awirên te de, tu niha rêya me ronî dikî. Tu niha di şevên bêheyv de şiverêyên me yên teng dibin ronî dikî û rêya rast nîşanî me didî.
Gula pûşperê ye Ronahî
Bayê ji lûtkeyên çiyayan tê
Stêrka şivanan a ku tariyan ronî dike
Bi qasî Dêrsimê asî
Bi qasî Mûnzûrê hestiyar
Û bi qasî Kurdistanê bianor
Keçeke Kurd e Ronahî…
Mahabad GABAR.
- Ayrıntılar
Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda kiriye.
Bersiva jiyana mezin çalakiya mezin e.
“Ji ber ku ez ji jiyanê û ji mirovan pir hezdikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.”
“Hezkirina min ziwa bûye, êdî ez dilteng bûme.” Em hemû mirovan deynin aliyekî, li hember hevalên ku bi hev re dixebitin hezkirin û rêzdariya wî nîn e. Heta xebateke rast jî nîn e. Nediyar e ka dixwaze xwe, yan dijminê xwe, yan jî wan pûtên di hûndirê xwe de bije. Kêfî, xwedibînî, çemkên nebes, ev kesayetiyên ku xwediyê çalakiyên wisa ne nayîne bexşandin.
Ez eşkere dibêjim:
Ger ez ji vê rêhevalê re girêdayî bimînim, ên ku bi jiyanê ewqas dileyîzin, rêzdarî û hezkirina wan li hember jiyanê nîn e, di navbera jiyan û çalakiyê de, di navbera bîrdozî, rêxistinî, xebata ramyarî û şêwaza partiyê de pêwendîdariyê çênakin, peydabûna wan di nava PKK’ê de heqaretek e. Ger girêdayîna me bi nirxên pîroz ve hebe, pêwîst e ku hindek encam bêne derxistin. Yek ji tayên porê xwe hetanî kaboka piyê xwe bi rengekî ku tiştek lê nemîne, dê xwe di hûndirê agirê azadiyê de bihelîne, tu jî bi bêşermî û bêdiltengî gelek nirxên partiyê re çawa ku dixwazî bileyizî; çemka te ya çalakiyê seqet e, çemka te ya rêxistinê seqet e, çemka te ya taktîkê seqet e, li hember şêwaza xebat û jiyanê bêrêzdar bî, anirî bî, bêmoral bî, bêviyan bî û piştre jî tuyê rabî û di hûndirê partiyê de peyda bibî! Di bingeh de ev ji bo mirovayatiyê xwekuştiniya herî xirab temsîl dikin. Xwekuştiniyê çêtir dibînin û xwekuştiniyê li ser me diçespînin. Ev çemka xwekuştinê ya dijmin e. Bîrdoziya dijmin, kesayetiya dijmin û şêwaza dijmin e. Kesayetiyên we yên heyî li ser navê dijmin di nava partiyê de di hûndirê êrîşkariyeke xwekuştinî de ne. Mezinahiya Zîlan di vir de ye. Li hember vê hostatiya mezin û egîdiya mezin, bi rengê lêxistina derbeya kuştinî diçespîne. Ev rêhevala me kêm-zêde di nava rasteqîna partiyê de ka çi çi ye karibûye şirove bike. Ewqas daneheviya nirxên mezin di nava partiyê de dana şerkirin, tiştekî awarte ye.
Nameya ji bo min hatiye nivîsandin, dema ku bersiva xwe pêwîst dikir, dikare bersiveke bi rengê hezar rûpelan peyda bike, lê dîsa jî ne bes e. Ev rêheval ji hemû PKK’yiyan re dibe soz. Ji hemû pakrewanan, hêzên şer û eniyê, hevalên girtîgehê û mirovayetiyê re dilsoziya xwe diderbirîne. Soz dide ku dê layiqî hemûkanbibe. Li hember vê divê hindek gotinên we jî hebin. Ezê di radeya hêza xwe de hewl bidim ku bibim layiq û pêwîstekan bînim cî. Lê hûn ê jî, gelo li ser navên xwe, bêyî ku bikevin durûtiyê hûn ê karibin hinek tiştan bikin?
Wekî din jî bi hîtabkirina gel, partî û jinê re jî nirxandinên xwe hene. Baş e, hûnê çawa bersivê bidin? Çawa ku min got, herî zêde du salan şer kiriye û hatiye rewşa şervana herî milîtan a partiya me. Ev rêhevala me rastîna xwe wisa dahênan û îspat kiriye. Baş e hûnê çawa rastîna xwe dahînin? Ezê dîsa tiştên ku pêwîst dikin bînim cî. Jixwe zêdetir jî tiştan ji min naxwaze.
“Ji ber ku te her tiştî daye çêkirin û em ku canê xwe jî bidin, ji bo bersivê nebes e. Me dixwest ku em karibin zêdetir bidin.”
Ezê zêdetir jî bikim. Dikim jî. Ezê bêeman bikim. Zêde pêwîstî nîn e ku ez vê bînim ser zimên jî. Di hemû gelşên ku destnîşan dike de careka din kûranî, careka din hêza çemkê, hêza rêxistinê, hêza çalakiyê û careka din hêza pêşxistina jinê, hêza azadkirinê, hêza hezkirinê, hêza dana hezkirinê bi min bêsînor e. Min vê yekê bi taktîkên pir di cî de daye çêkirin ango min bi behremendiyeke erjeng pêk aniye. Lê ez li ser navê we li ber we dikevim. Bi rastî jî fikarên min hene. Niha li vê derê Zîlan tenê ne dijmin qehr dike, di heman demê de hûn jî hindek şoke bûn. Ger di nava we de yên ku şoke nebûne hebin, wê demê ev nîşan dide ku zêde eleqeya we bi mirovayetiyê re nîn e. Ên ku li hember mezinahiyeke wisa nehejiyabin, hetanî nava mixên xwe nelerizîbin û wate pê nedabin, divê ji PKK’yiya wî/ê, welatparêziya wî/ê, milîtantiya wî/ê û heta mirovayetiya wî/êguman bê kirin. Ezê bi rabihîstina gumanê tenê nemînim, ji niha şûn de weke pîvaneke bingehîn bigirim û bi gora wê bidarezînim. Em nahêlin ku kes bi nirxên pîroz ên gelê me û mirovayetiyê bileyize. Kesayetiya ku şer dike û çalakî li kû derê be em jî li wê derê ne.
Fermandar Zîlan rêheval e. Neferên fermana wê jî em in. Bi gotineke mînanî “bi nêzîkatiyên me yên netebitî, kêm, xafiltî, tirsonek, bêrêxistinî, bêpîlan û bêmoral” me vala derxist, kêmasiyeke mezin e. Ev nikarin bibin weke bersivên çalakiya Zîlan. Ger rêzdariyek, hêza dilsoziyekê hebe, ger hêza we ya ji gotinekê re bi gotinekê bersiv dayîn hebe, ger hebe biryarmendiya we ya dawîanîna şerperzeyiya ku hûn dijîn, tenê wisa dikare were îspatkirin.
Ez çima ewqas li piyan dimînim? Ji ber ku gotinên min ên mezin ji ewqas pakrewanan re hene. Ma çi tiştê dî dikare ewqas min li ser piyan bihêle?
Ên ku ez li piyan hiştime pakrewan in.
Piştre daxwazî û xwestekên gel in. Ji dijmin tolhildan e. Tenê ev dikarin mirovekî/ê li piyan bihêlin. Ger hûn ji van pêmen bin, ji ber ku hûn dikevin ev rewşên ku ez qal dikim. Tenê ji vê pakrewanê re dilsozî jî, dikare mirov bike berxwedêrek mezin. Ma ev ne zelal e? Hûnê her roj soz bidin û bibêjin “dîsa me hedar nekir, em li piya neman, em xira bûn, parçe bûn, qetqetî bûn û me wenda kir.” Li hember kesayetiyeke wisa mezin ev, bêşermî ye.
Ma hêza we ya sozdayînê heye?
Ez ji bo zilaman dibêjim, zilamtî di wateya arişenî de, ji bûna hebûniyeke zayendî wêdetir, weke nirxekî moral, bêtir tê wateya girêdana bi gotinê ve. Di vê bingehê de zilamtiya xwe bi jinantiya Zîlanê re bînin ber hev; dê derkeve holê ku yên ku rewşa herî jinaniyê dijîn hûn bi xwe ne. Di bingeh de ev pêşbîniya min her ku diçe tê rastandin. Ger ji libateke herî egîdî û zilamtiyê were qalkirin, ev wisa tê îspatkirin.
Rexne bêtir li ser we ne. Hûnê tengav bibin. Jixwe hûn tengaviyê dikişînin jî. Pêwîstî heye ku sererastkirineke mînanî ji vê rêhevalê re soz bide, sazbarî û hêza jiyanê bide qezenckirin pêk were. Ev rêhevala dibêje, “ez dixwazim bibim remza berxwedaniyê.” Hûn li ser piya ne û derfetên we zêdetir in. Çalakmendiya rastîn ev e. Bûna xwedî jiyaneke mezin ev e. Ev zêdetir jî ji we re pêwîst e. Ger hûn nebin xwedî pêwîstekên vê, em rojekî jî we nadin jiyandin.
Bangawazî û name her yek manîfestoyek e û emê pêwîstekên wê bînin cî. Weke milîtanên ku bi nirxên mezin ve girêdayî ne bijîn û weke xwediyên çalakiyê mezinahiya xwe îspat bikin ku, em zanibin ka em bi kî re bi rê ve diçin. Jixwe yên ku wisa bi nirxan şer dikin nîn in. Ji ber vê yekê divê em beriya dijmin we çareser bikin. Bi vê wateyê Zîlan ew rêheval e ku bi min re herî baş bi rê ve diçe û vê pêk tîne. Bi vê re ketina nava nakokiyê û pê leyîstin nabe.
Destnîşan dike ku, divê gel di vê pêvajoya nêzîk de bigihîje serkeftinê. Dibêje ku PKK êdî ber bi serkeftinê ve diherike û xebata Serokayetiyê serkeftinê nêzîktirîn dike. Ev ne ew axaftin in ku vala hatine gotin. Ev, ji min bigirin hetanî we hemûkan, weke rojane ew peywir û ferman in ku pêwîst e bêne cî.
Dilsoziya nirxan divê bibe soza me ya yekane ya namûs û rûmetê.
Ger em tenê di vê bingehê de bi soza xwe ve girêdayî bin, gelê me ew yeka ku tevahî cîhan were ba hev, alîkarî pê bide, lê nekarîbe bide qezenckirin, em dikarin wê bi dilsoziya xwe bi dest bixin û evê bide qezenckirin. Ev alîkariya herî mezin, bi vê sozê ve girêdayî jiyîn e. Ger tê xwestin serkeftina gel were pêkanîn, alîkariya ku herî zêde pêdiviya me pê heye, bicîanîna pêwîstekên vê sozê ye. Hûn partiyî her ku pêwîstekên artêşa gel pêk bînin, dê wêrekiya gelê me zêdetir bibe. Ev di heman demê de dê bihêle ku hemû dostên mirovayetiyê şerê me fêm bikin û pê ve werin girêdan.
PKK, wisa xwedî bi sedan pakrewanan e. Dîsa pakrewanên xwe yên jin ên azad hene. Her wekî mirovayetî bi van mînanî nan û avê pêdiviya xwe heye. Lê hindik maye ku werin ji bîr kirin. Da ku neyên ji bîr kirin, împeryalîzm ew anîne halê nenasînê, di jiyana mirovayetiyê de bibine hêviyek, bibine roniyek, bibine vejînek û soza ku me daye pêk were, di nava partiyê de û di şerê rizgarî ya netewa gelê me de divê ev pêk were. Bi palpiştiya împeryalîzmê ku tê xwestin nirxê vê rêhevala me daxistî were nîşandan, wateya xwe jî di virê de ye. Me tenê ne faşîzma Tirkan, texrîbata mezin a împeryalîzmê ku li ser jiyanê daye çêkirin bi berxwedêriya mirovayetiyê pêşwazî kir. Belkî jî ji bo vê yekê me tam têkoşîna xwe nedabe, weke ku me dixwest nenivîsîbe û xêz nekiribe, lê eşkere ye ku ev wisa ye.
Divê em Zîlanê ber bi mirovayetiyê ve veguhêzin. Divê em bi pêkanîna serkeftina partiyê, ciyê ku gelê me di nava malbata mirovayetiyê de maf kiriye, bi girtina wî ciyê û vê bi tîpên zêrîn nivîsandinê îspat bikin. Dîrokeke mezin, pakrewanên pîroz û di nava partiya me de nirxên mezintirîn mînanî vê hene.
Her ku di nava partiya me de nirxên wisa rewneq peyda dibin, di aliyê din de kêmbûnî û kêmasiyên ku têne jiyandin têne çi wateyê? Çalakî, kesayet û helwestên weke ku li ser navê dijmin xwe diçespînin hene. Dîsa şêwaz, tempo, uslûb û paşverûtiyên mezintirîn tenê û tenê hêz didine dijmin. Hûnbi tenê di nava berxwedaniyeke mezin de dikarin xwe îspat bikin. Qet li çep û rast nexin. Egerên wê bi virê û wirê ve girê nedin û di hûndirê şêwaza ku dide qezenckirin de peyda bibin. Ji ber ku Zîlan di çalakiya xwe de vê yekê bi zelalî tîne ziman. Ger sozeke ku hûn bi min bidin hebe, dîsa sozeke we ya ku hûn bi jina azad bidin hebe, ku hinek dibêjin em hez dikin, em jin dixwazin, wê demê bila li gor vê sozê bin. Niha hûn baştirîn fêm dikin ka ez dixwazim çi bibêjim.
Jina azad dixwaze xwe wisa bide afirandin. Ji daxwaziya jina azad re bi partîbûniyeke çawa, bi rêxistiniyeke çawa, bi şervantiyeke çawa, bi hezkirineke çawa, bi çemka serkeftina çawa bersiv bê dayîn? Va di çalakiya Zîlanê de ev gihîştiye pênaseyê. Niha ezê xwe bi vê ve bidime girêdan an na, bi wan hindek daxwaziyên we yên ku çi ne nediyar in ve? Ji min çi dixwaze ezê bibim layiqê wê. Hûn wekî din nikarin tiştekî dî li ser min biçespînin.
Derketiye holê, ka jin jî zilam jî pêwîst e bibine xwedî jiyaneke mezin a çawa. Jiyan û hezkirineke çawa tê xwestin; ev derketiye holê. Hûn bibêjin “na ev bûyerên jirêzê ne, yên me jî l.i gor me çemka me ya jiyanê heye” dê gumana min ji vê hebe. Ji ber ku çalakî û çemka PKK’ê ya ku dijmin dihejîne û bi erdê ve dike yek ev e. Lê çemka we ya çalakiyê, hêz dide dijmin. Wê demê herin li ciyekî dî rêxistina xwe ava bikin, lê di nava PKK’ê de nejîn. Me biryar daye ku emê wisa bijîn û em dixwazin vê biryarê bi çalakiyên erjeng îspat bikin. Em ji civata milîtanan in. Ji bo vê me serî daniye. Ên ku hemû dilên xwe, coşa xwe, azîma xwe û zanebûna xwe danîne rastê hene. Wê demê ezê çima we bipejirînim? Ger hûn bi heterî xwe biçespînin, wê demê dê ji we re bê gotin ku hûn ji eniya dijber, ji eniya xwekuştiniyê tên.
Emê derbasî parastinê bibin. Emê nirxên xwe li dijî hemû çemk û helwestan biparêzin. Çi kesên ku hene bi rengê kirêt, bêrêxistin, bêmoral, bêçalakî, biqeyran, bêpîlan, xwedibinî, kêfî, devjixweberdayî, çavên wî/ê dijmin nabînin, dîrokê rast fêm nake, baweriya wî/ê bi serkeftinê tune, bi coşa serkeftinê nepijiyaye; di nava refên me de kî/ê rast nêzikî me nabe, emê jê re bibêjin “bisekine!” Emê bibêjin, tu sîxurê neyekser ê dijmin î.
Dibêje “ez jî wisa me!” biteqize here! Ji ber ku egîd hene, em riya wan vedikin. Nexwe dê heyf û mixabin be ji vê egîdê re. Dê kî/ê maf bide? Emê bi van nêzîkatiyên we karibin maf bidinê? Ger em maf pê nedin, emê bibin hevparê tawanbariyê. Ti hêz nikare ji bo vê tengaviyê li min bike. Ez nehêlim toz bikeve ser navê egîdan. Min va yeka gelek caran got û careka din dibêjim. Ezê her cure xizmetê ji we re bikim, lê pêwîstiyên girêdana bi nirxên pîroz neherifînin. Nekevin nava wan helwest û libatên ku bîranînên van rêhevalan diherifînin. Wekî din em ji we tiştekî dî naxwazin.
Di dîrokê de qiblegeh, perestgehên pîroz û di hûndirê wan de xweda ango xwedawend hene. Peyhatî û endamên wan jî di rojên guncav de diçin û xwe dihewînin wan perestgehan, secde dikin, lavelav dikin û dibêjin “me bibexşîne!” Ev rêheval jî rêhevalên wisa ne. Weke ku hûn bikevin perestgehekê hûnê di hizûra wan de xwe bitewînin, secde bikin, bexşînê bixwazin, hêz bigirin û xwe paqij bikin.
5 Temûz 1996
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li hember gundên Wehdê, Xalid û Seedê yên girêdayî navçeya Daqoq a Kerkûk ji aliyê Gêrîllayên me yên HPG-YJA-Star û hêzên Pêşmerge ve operasyonek hevbeş hatiye destpêkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya berxwedana mezin ya li Şengalê berdewam dike bi rêze çalakiyan berdewam dike. di vê çarçovê de;
1. Roja 14 Adar di derdorê demjimêr 19:00 ji aliyê Gêrîllayên me ve li hember çeteyên ku li derdorê Suka Jer di nava tevgerê dene çalakiyek ya sabotajê hatiye lidarxistin. di encama vê çalakiyê de 1 çete hatiye kuştin û çeka B-7 ya çeteyê hatî kuştin ketiye dest.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Me dabû destnîşankirin ku di operasyona li hember bejahiya berfireh ya li xeta Beşilî heya Meryem Beg a li kerkûkê de gundên Şexh Sener, Umerya Buçuk, El Buferec, Navafir, Minzir, Meriyete, Şemsiye û mezrayên Yumrik, Şehîd û Nûr hatine rizgarkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 13 Adar di navbera demjimêrên 14:30 -15:30 an de artêşa dagirker a Tirk li hember bejahiya Gundê Hesik (Doğanlar) yê girêdayî navçeya Bingol Genc'ê operasyonek daye destpêkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemeni û raya giştî re!
Li Kerkûkê ji aliyê Gêrîllayên em û hêzên Pêşmergeve operasyonek hevbeş li navçe û Qesebeyên Meryem Beg, Beşili û Bexli Taze yên ku girêdayî Kerkûkin li hember çeteyên Daiş hatiye destpêkirin. Ev operasyona ku pêşveçûn bi xwere tîne berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di çarçoveya berxwedana mezin ya li Şengalê berdewam dike bi rêze çalakiyan berdewam dike. di vê çarçovê de;
1. Roja 12 Adarê di demjimêr 20:00 li derdorê Taxa Minare ji aliyê hêzên me yên berxwedanê ve li gurubek çeteyên ku di nava tevgerêdebun hatiye xistin. Di vê çalakiya ku hatî pêkanîn de 2 çete hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Rojên 8-9-10 û 11 Adar'ê di navbera demjimêrên 13:00 - 14:30 an de ji Herêmên Parastinê yên Medya xeta sînorê herêma Xakurkê, Gerdiya û li ser herêma Geliyê Reş liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatiye jiyankirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Berxwedana mezin ya li Şengalê berdewam dike bi rêze çalakiyên hêzên me berdewam dike. di vê çarçovê de;
1. Roja 11 Adar ji aliyê Gêrîllayên me ve di demê cûda cûda de bi çekên takesî û giran li hember çeteyên Daiş rêze çalakî pêkanîne.
- Ayrıntılar