Li hemberî êrîşên di sala 2015'an de hatin kirin, jinan berxwedaneke mezin nîşan dan.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di çalakiya gerîlayên me ya li hemberî tabûra Zivingê ya li Gabar'ê de 2 leşker hatin kuştin
- Ayrıntılar
Kengê şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de dijwar dibe, PDK hewl dide xwe bêhtir nêzî AKP'ê bike. Divê Kurd hemû polîtîkayên afirîner û xweser biafirînin.
Dema li herêmê şer û nakokî zêde dibin, bi taybetî dema şerê di navbera PKK û Tirkyeyê de dijwar dibe, dewleta Tirk dixwaze hîn bêhtir PDK'ê derxîne pêş û aktîf bike. PDK di polîtîkaya xwe ya li ser Rojava de, li şûna ku tifaqê bi hêzên weke PYD û YPG'ê re tifaqê bike, bi wan re bi hevkarî tevbigere, her tim hewl da partî û rêxistinên nêzî xwe bi kar bîne û helwestek li dijî PYD'ê nîşan da. Tirkiyeyê jî ev bi kar anî. Di nava tevahiya cîhana Kurdan de, yanî li çar parçeyên Kurdistanê AKP'ê ancax PDK kişand cem xwe. PDK jî, di pirsgirêkên navbera Kurdan de, li şûna mekanîzmayên navxweyî yên weke hevdîtin, diyalog, kongre û konferansan bi awayekî demokratîk bi kar bîne, polîtîkayeke ku aloziyê mezintir dike, meşand.
Bi rêya çapemeniyê bi PKK û YPG'ê re diaxive. Ev yek bi awayekî xwezanî, di nava vî gelî de rê li ber aciziyeke mezin vekir. Çapemeniya Tirk jî vê yekê li Tirkiyeyê bi kar tîne. PKK û KCK weke hêzeke timî belayan tîne serê gelê Kurd pênase dike, dibêje 'PKK, KCK nizane çi dixwaze'. Radibe KCK'ê weke sedema bombekirina Kurdistanê, bombekirina Qendîlê ji aliyê Tirkiyeyê ve, weke sedema şandina leşkeran ji Mûsilê re nîşan dide. Girîng e PDK hinekî li xwe bipirse. Dikare PKK, KCK'ê rexne bike. Dikare polîtîka û helwestên wê yên ne rast binirxîne. Lê belê di vir de ya girîng e ew ku divê PDK argumanên karibin ji aliyê dijminên Kurdan ve werin bikaranîn, neafirîne. Divê xwe ji vê vebigire. Ew ê bi xwe jî ji vê zerarê bibîne. Eger li Tirkiyeyê berxwedana PKK'ê binpê bibe, yanî Bakurê Kurdistanê tesfiye bibe, yan jî Rojava tesfiye bibe, wan li Hewlêrê weke hikûmetê nahêlin. Divê vê bizanibin.
Eger Ne Jı Tırsa Pkk'ê Bûya, Dewleta Tırk Rewşa Heyî Ya Başûrê Kurdıstanê Tıne Kırıbû
PKK'ê ji bo Kurdan ewçend tişt kirine, ku avabûna dewleta Kurd a Federal bi xwe jî, mayîna wê ya li ser piyan jî bi saya PKK'ê ye. Eger ne ji tirsa PKK'ê, ne ji xeteriya PKK'ê bûya, Tirkiyeyê ti carî rêxistinbûyîneke bi vî renî ya li Başûr nas nedikir. Ti carî nedihiştin ku ew biçin Enqereyê. Ji mêj ve ew niha ji hev belav kiribû. Bi hevkariya bi Tehran û Bexdayê re wê ew bieciqanda. Ji xwe Îlker Başbûg di televîzyonê de got, 'Eger Îran û Tirkiye xurt bisekinin, Kurd nikarin li Başûrê Kurdistanê dewletê ava bikin'. Yek ji hêzên bingehîn ên PDK'ê yan jî Mûsilê yan jî tevahiya Kurdistanê diparêze PKK ye û gerîla ye. Divê gelê me gelekî baş bi vê zanibe. Eger ev çiya, ev sînor nehatibûya parastin, kesî dest ji Hewlêrê bernedida. Tirkiye ji ber ku niha mecbûr e, li gorî berjewendiyên xwe xwe nêzî PDK'ê dike, pê re bazirganî û kar dike. Ji ber ku dibêje, 'Eger Kurd hemû bibin yek, em ê nikaribin bi Kurdan'. Lewma bi vî rengî tevdigere.
Divê ew li ser kêmasiyên xw rawestin . Eniya Kurd çawa dikarin bibin yek? Çawa dikarin hev perwerde bikin? Çawa dikarin hevdu temam bikin? Çawa dikarin bi hev re tifaqê bikin? Çawa dikarin pêşî li dijminan bigirin? Çawa dikarin qada xwe ya tevgerê berfireh bikin? Divê PDK bala xwe bide ser van mijaran. Vaye mînaka Kobanê heye. Cîhana Kurdan rabû ser piyan. Desteka hemû hêzan her çend di asta dihat xwestin de nebû jî, berxwedaneke lehengî hat nîşandan. Li tevahiya cîhanê hêz û rewabûna Kurdan zêde bû. Gelo PDK'ê zerar ji vê dît? Na. Dema PDK xurt bû, gelo partiyên din ên Kurd ji vê zerar dîtin? Na. Divê destketiya hevpar esas be. Mînak; dema PKK'ê hêzên xwe şand ji Şengalê re, pêşî li komkujiyê hat girtin. Êzidiyên heyî li wir parast, derfet afirand ku beşek jê derbasî Duhokê bibe.
Bı Saya Gerîla, Pêşmergeyan Îmkan Dîtın Ku Careke Dın Bıçın Şengalê
Nehişt ku herêm bi temamî bikeve destê DAIŞ'ê. Hebûna DAIŞ'ê gelo li hemberî Başûrê Kurdistanê, li hemberî Hewlêrê ne gefek e? Belê gef e. Lê belê, Êzidiyên ku ji ber polîtîkaya desthilatdarparêz a PDK'ê li naverastê hatin hiştin, êdî nedixwestin ku pêşmergeyên PDK'ê li Şengalê bibînin. Bi saya hebûna gerîla ancax çûn wê derê. Hînê Şengal, yanî hemû herêmên wê bi temamî azad nebûne, nebûne yek, Êzidî venegeriyane û statuya xwe ya siyasî zelal nebûye PDK radibe dibêje 'Bila PKK ji Şengalê derkeve, vê derê vala bike'.
Dıvê Pdk Xwe Hınekî Demokratîk Bıke, Lı Rexneyan Vekırî Be
Ev helwest nîşan dide ku çiqasî alîgirê serdestî û parçebûnê ye. Divê vê yekê biterikîne. Girîng e PDK hinekî demokratîk bibe, hinekî li rexneyan vekirî be. Bi rastî jî gelê Başûrê Kurdistanê li derveyî siyasetê hatiye hiştin. Gel nikare xwe birêxistin bike, nikare dengê xwe bide bihîstin, nikare li mafê xwe bigere. Ev feraseteke çawa ya demokrasiyê ye, ku bi Goran re tifaq kirin, serokê parlamentê yê ji partiya Goran nehiştin bikeve parlamentê, nehiştin bikeve Hewlêrê. Li holê feraseteke bi vî rengî ya desthilatdarîparêz heye. Divê dest ji vê berde. Belê, meseleya me bêguman ne PDK ye. Divê têkiliya navbera Kurdan di asteke cuda de were nîqaşkirin. Pêwîste nakokiyên navbera Kurdan neyên kûrkirin. Ev hemû dikarîbû li parlamenteke Kurdistanê, li parlamenteke hevpar an jî li kongreyê bihata nîqaşkirin.
Kurd Bıbın Yek, Tı Hêzeke Herêmê Nıkare Lı Hemberî Kurdan Şer Bıke
Cîhan jî bi vê dizane; eger Kurd bibin yek ti hêzeke herêmê nikare li hemberî Kurdan şer bike, nikare Kurdan bisekinîne. Erdnîgariyeke xwe ya befrireh heye, gelê bi axa xwe ve dilsoz e, xwedî nifûseke mezin e. Ezmûn û tecrûbeyeke şer a çil salan heye. Hêza xwe ya berxwedanê heye. Ji aliyê polîtîk ve zane bûye. Kadroyên xwe hene. Dîplomasiya xwe ava dibe. Di dîroka cîhanê de gav bi gav tê naskirin. Lewma divê mîna berê bi feraset û nêzîkatiyên erzan, têkiliyên navbera Kurdan neyên nirxandin. Di vê mijarê de PKK'ê rexne dikin, dikarin rexne jî bikin. Lê belê Tevgera me pêşniyar kir ku Barzanî bibe serokê kongreyekê. Got, 'Bila di navbea Kurdan de yekîtiyek pêk were, ew têra me dike'. Divê PDK hinekî demokratîk bibe, hinekî li rexneyan vekirî be. Rêbertiya PKK'ê xwedî nêzîkatiyeke gelekî nerm û afirîner e. Li gorî berjewendiyên giştî yên Kurdan tevdigere.
Dıvê Kurd Maf Û Hıqûqa Xwe Esas Bıgırın
Pirsgirêka Kurd a azadî û yekîtiya demokratîk a neteweyî heye. Ji Şîan heta Sûniyan, yanî dewletên Îran, Iraq an jî Tirkiyeyê, mafê Kurdan binpê kirin. Îran Şîa ye, gelo Kurdan na eciqîne? Tirkiye Sûnî ye, gelo Kurdan naeciqîne? Belê dieciqînin. Ji aliyê mezhebî ve yek in, lê dîsa jî mafê Kurdan binpê dikin. Li hemberî Kurdan faşîzmê dimeşînin. Saddam Şîa nêzî desthilatdariyê nekir. Şîa jî eciqand, lê Kurdên Sûnî jî di komkujiyê re derbas kir. Lewma divê Kurd xwe ji polîtîkayên mezhebî vegirin. Tirkiyeyê di heman demê de li hemberî Kurdan şerekî topyekûn îlan kiriye. Li Bakur bajar, bajarokan hildiweşîne. Bi tank û topan bombe dike. Bi awayekî vekirî dijminatiyê li Rojava dike. Dixwaze hêzên li wê derê terorîst îlan bike û deriyê cîhanê li wan bigire. Divê PDK vê xeteriyê bibîne. Tirkiye ya vê dike, nikare bibe dostê Kurdên li Iraqê, ti carî nikare bibe dostê PDK'ê.
Pêwîste Kurd maf û hiqûqa xwe esas bigirin. Bi Şîan re jî bi Sûniyan re jî, bi cîhana rojava re jî siyasetek û dîplomasiyek li gorî vê yekê bimeşîne. Ya herî rast ev e.
Endamê Komîteya Navendî Ya PKK'ê Mûzzaffer Ayata Li Gel ANF'ê
- Ayrıntılar
AKP ji qirkirina çandî derbasî qirkirina fîzîkî bûye . Îlana YPS, gelekî girîng e. Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberî û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.
Ji 24'ê Tîrmehê û pê ve, bi biryara şerê taybet a di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de hat wergirtin re qirkirina fîzîkî destpê kiriye.
Dema qirkirin ji aliyê fîzîkî ve destpê kir, saziyên qirkirina çandî herêm terikandin. Di destpêkê de qadên qirkirina spî dibistan, veguherîn biryargehên artêşê û komkujî û tehcîrê destpê kir. Du rêbazên bingehîn ên qirkirinê hene; komkujî û koçberkirin. Her du jî niha li hemû navçeyên Kurdistanê bi rêxistinî û zanebûn, li taxên welatparêz tên meşandin. Ev yek qirkirin e.
Xwerêveberî Wê Bı Ser Bıkeve, Wê Gelekî Mezın Bı Ser Bıkeve
Vîna xweparastinê, vîna xwerêveberiyê ya li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û tevahiya gelê Kurdistanê gelekî hêja ye û mafekî bingehîn ê pîroz e.
Îlana YPS'ê yanî îlana xweparastinê girîng e, li gorî min hinekî dereng jî maye. Ez hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Ew bi rastî jî şehîdên mirovahiya azad, Kurdistana azad in. Şehîdên Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk in. Gel êdî biryara vê dide; lîstikên 'em ê bi siyasetê çareser bikin' ên AKP'ê red dike. Êdî dibêje 'ji van lîstikan têr im'. Êdî hêviya xwe ji wir nîne, têkiliya xwe bi wan re dibire. Dibêje 'eger azadî were, wê bi berxwedan û têkoşînê were'. Wê çalakiya xwe mezin bike û bi ser bikeve. Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberiyê û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve, wê gelekî mezin bi ser bikeve. Di nava van şeş mehan de piraniya plan û hîleyên AKP'ê ji hev hat xistin, AKP ket nava tengaviyeke mezin. Mîna serketinên YPG/YPJ, YBŞ, HPG'ê wê serketinên mezin di vir de bi dest bikevin. Wê berxwedana azadiyê ya keç û xortên Kurd bi ser bikeve; pêwîste di vir de ti şik û guman nebe. Dibe ku berdêla wê giran be, demekê dewam bike, zehmetî rû bidin; divê em van bidin ber çavê xwe, ji ber ku azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Divê mirov bi dayîna berdêlan bi dest bixin, ku qîmetê xwe, wateya xwe zêde be. Pêwîste gelê Kurd, welatparêzên Kurd vê bibînin. Êşên me gelekî zêde ne, lê serketinên me wê jê zêdetir bin.
Dıvê Pdk Aşkere Bıke; Bı Akp'ê Re Çı Dıde Û Dıstîne?
Me berê gotibûn ku em ne li dijî têkiliyên di warê aborî û bazirganiyê de ne. Lê belê eger têkilî ji vê û wêdetir biçe, ew nabe. Eger ev têkilî ji têkiliyên aboriyê derbas bibe û bigihêje asta têkiliyên leşkerî û veguhere tifaqek li dijî rêxistineke din a Kurd, ev gelekî xetere ye. Ez nabêjim rewş bi vî rengî ye, lê tehlûke ye. Weke PKK em baldar in. Divê PDK û rêxistinên din jî baldar bin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze di navbera rêxistinên Kurdan de şer derxîne. Dema ji PDK'ê re dibêje 'merheba' belasebep nabêje. Hewl dide li hemberî PKK, li hemberî YNK'ê bide şerkirin.
Rêveberiya PDK'ê bi qasî min Roboskî nas dike. Li navçeyên Kurdan her roj Roboskiyên nû diqewimin. Rewşeke bi vî rengî heye. Kurd ewçenc hewcedar nîne. AKP ji bo Kurdan hêzeke rizgarker nîne. Di rewşa heyî de ew ne hewcedarê vê dewletê ne. Atmosfereke neyînî diafirînin. Mîna ku Kurd hewcedar in... Mîna ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê gelekî hewcedar e. Em li benda daxuyaniyê ne, çi tê axaftin? Raya giştî ya Kurd dizane bizanibe, ku rêveberiya PDK çi bi AKP'ê re diaxive, li ser çi biryaran didin? Ji xwe weke Kurd, li ser navê Kurdan diçe diaxive. Lewma pêwîstî bi xebateke dîplomatîk a hevpar heye. Amerîkiyan jî gotin; 'Kurd bibin yek, ti kes nikarê li hemberî wan bisekine'. Li şûna ku bi PKK, YNK û Goran re tifaqê bike, ne rast e ku bi AKP-TC re tifaq were kirin. Em tevgereke ku li Bakur jî têdikoşin. Pêkhatine ewçend hevdîtinan li dû hev, ji bo me cihê fikaran e. Hikûmeta li hemberî me dixwaze me tine bike. Em dizanin ku dixwaze PDK'ê jî li hemberî me bide şerkirin. Nepêkane ku PDK vê nabîne. Lewma divê baldar bin.
Şoreşa Rojava Vedıguhere Şoreşa Sûrıyeya Demokratîk
Felsefe, pîvan û rêbaza şoreşa Rojava, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin, têra afirandina yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk dike . Şoreşa azadiyê ya Rojava îro vediguhere şoreşa Sûryeya demokratîk. Vediguhere sîstema felsefeya Sûriyeya demokratîk. Di vî warî de ji bo yekîtiyê gavên girîng hatine avêtin.
Kongreya Sûriyeya Demokratîk a li ser vê bingehê ava bûye, hêvî daye hemû gelan, civaka Ereb û tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi heman rengî hêviyek afirand. Di meha Mijdarê de derdora Holê azad kirin, niha derdora Teşrînê azad dikin. Piştî YPG/YPJ'ê bû hêzeke ku li hemberî DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest dixe. Bêguman di nav de YPG/YPJ jî hene. Li Sûriyeyê ji bilî wan ti hêz, rêxistinek nîne ku li hemberî DAIŞ'ê bi ser ketiye. Li cihekî din jî nîne. Ev yek bû hêviyek mezin.
Endamê Komîteya Rêveber A Pkk'ê Dûran Kalkan Li Gel Televîzyona Med Nûçe
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayênme HPG/YJA-STAR'ê, li ser rêyên Amed-Çewlik û Amed-Pasûrê, kontrola nasnameyan kirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Avahıya Qeymeqamtıya Erxenî Hat Hedefgırtın
Di 26’ê Kanûnê de saet 17.30’an yekîneyek gerîlayên me li dijî polîsên ewlehiya avahiya Qeymeqamtiyê ya li navenda navçeya Erxeniyê ya Amed'ê pêktanîn
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Li gundê Mêranê yê navçeya Mêrdîn Kerboranê, di navbera komeke gerîlayên me ya duh bi wezîfeya xwe radibû û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de 3 gerîlayên me û sivîlekî li herêmê şehîd ketîn
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24’ê Kanûnê de saet 16.30’an li dijî leşkerên li ser girê ewlehiya Bendava Ilisû ya girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê pêktanîn
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 23'ê Kanûnê de saet di 10:00 de hêzên gerîla yên me li hemberî tabûra Findikê ya ser bi navçeya Şirnex Basanê, çalakiyek li dar xistin
- Ayrıntılar
ji Çapemenî û raya giştî re!
Di 22’ê Kanûnê de saet 05.00-06.00’an û 12.00-16.00’an qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna
- Ayrıntılar