Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 6’ê tîrmehê de danê sibehî li navçeya Silopî ku girêdayî Şirnexê ye, di dema derbasbûna karkerên ku di xebata riya bendav û ewlekariyê de dixebitin de teqînek pêk hatiye û di vê teqînê de 4 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûne. Bi vê teqînê re tu têkiliya hêzên gerîlayên me nîn e.
7 Tîrmeh 2009
Biryargeha Fermandariya Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 6’ê tîrmehê de bi roj saet di 13:30’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Çiya Reş û Girê Ferhat ku li Zapê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Kato Jîrka, Meydan Kolya, Meydan Casûs, Teştê Mergê, Siwarê û Kurdo ku girêdayî Bêşebaba Şirnexê ne operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di hefteyên dawîn de ji ber êrîş û şewatên bi zanebûn ên artêşa TC’ê li gelek qadên me şewat çêbûne û gelek ji van şewatan de jî hê jî didomin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 3’yê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve bi şev saet di navbera 22:00-01:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember Gundê Şîvê ku girêdayî Zapê ye êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Bagok û Keserê ku girêdayî Mêrdînê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona ku du rojan berdewam kiriye de piştî ku encamek nehatiye girtin di 2’yê tîrmehê de leşkerên artêşa TC’ê di daristanê de şewat derxistine û bi paş ve vekişiyane.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel biryara tevgera me a bêçalakîbûnê artêşa TC’ê di meha pûşperê de li hember hêzên gerîlayên me yên HPG’ê 22 operasyon li dar xistiye û ji ber pejinkariya gerîlayên me di van operasyonan de 2 du caran di destdan(temas) pêk hatiye. Li hember van operasyonan jî ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyeke li dar neketiye. Di seranserê mehê de hem li hember eyaletên me yên bakurê Kurdistanê hem jî li hember Qadên Parastina Medya 25 caran êrîşan topan û 3 caran jî êrîşa hewayî li dar ketiye. Di nava vê mehê de bi tevahî 4 gerîlayên me jî gihîştine şehadetê. Di nava mehê de di encama êrîşên bi obûs û hawanan a artêşa TC’ê de eydî gundiyan gelek zevî zirar dîtine, gelek sewal telef bûne û li seranserê daristanên Kurdistanê şewat pêk hatine.
- Ayrıntılar