Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 11’ê pûşperê saet derdora 17:00’ande li Colemerg di navbera Çelê û Girê ku girêdayî Çelê li ser riya asfalt li dijî konvoyeke alavên leşkerî barkirî ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Konvoya ji yek kamyon û ji yek panzêrê pêk dihat di encama teqînê de kamyon imha bûye û panzêr jî texrîp bûye.
2. Ji 11’ê pûşperê û vir ve bi navber li Heremên Parastina Medya li dijî herema Xeregol ya girêdayî Zapê ye ji hêla artêşa KT(Komara Tirkiyê) erîşeke obus û havan hatiye lidarxistin.
3. Di 12’ê pûşperê êvarî di navbera saet 18:30-20:00’ande li Heremên Parastina Medya li dijî Gundê Bêsepê û quntarê Kurê Jahro yên girêdayî Zapê ne ji hêla artêşa KT erîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 11’ê pûşperê saet derdora 11:00 li ser riya Dersim-Elazîz nêzî gundê Goktepe li dijî konvoyeke leşkerî ya girêdayî KT’ye ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di konvoyeke leşkeran vediguhezine ya ji otobusek, maşineke jamer û dag geyigi pêk tê dafikeke hêza texrîbê xurt ji hêla gerîlayê me tê teqandin. Di encama teqînê dijmin kuştî û birîndarê rakiriye nexweşxane yên Dersim û Elezîzê.Piştî çalakiyê riya Dersim-Elezîzê ji hêla dijmin bi saetan li çûn û hatinê hatiye girtin. Cardin ketin û derketinên navenda Dersim û navçeya wê Qisle hatiye qedexekirin.
5. Di 11’ê pûşperê saet derdora 21:00’ande li navenda Şirnex li dijî maşîneke tîmên taybet û panzereke ku dewriye diavêtin ji hêla gerîlayê me çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de panzer û maşîn darbe duxe û çeka A4 ya li ser maşînê bû imha dibe. Çalakiya ji bo bîranîna zarokê kurd Dîren Basan ku hefteyên bihurî ji hêla polîsan hatibû qetilkirin, hatiye lidarxistin bi qasî hatiye zelalkirin polîsek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li derdora gundên Şirnex, Gundê Heyştanê, Gewrê Nerexî û palên Newawa ji hêla tumena Şırnex operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di 12’ê pûşperê de bê encam paşvedikişe.
6. Di 12’ê pûşperê di navbera saet 11:00-14:30 li Heremên Parastina Medya li dijî gundê Haftanîn ku girêdayî Haftanîne ji hêla artêşa KT erişeke havan û obusa hatiye lidarxistin.
7. Di 10’ê pûşperê derdora saet 21:30’ande li dijî baregeha polisan ya di navbera navçeyên Colemerg Şemzînan û Geverê ye ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Pişti çalakiyê maşîneke bi mertal ya tîpa kevjal ku dihat cihê bûyerê ji hêla gerîlayê me çalakiyek din hatiye lidarxistin. hejmara kuştî û birîndarê dijmin di her du çalakiyan jî nehatiye zelalkirin. Herweha dijmin kuşti û birîndarê xwe bi skorskîyan radike nexweşxane yên Wanê.
13 Pûşper 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG