Ji çapemenî û raya giştî re!
Me berê dabû daxuyandin ku biryara me ya bêçalakîbûnê ya yekalî ku me di 13’ê avrêla 2009’an de girtibû, ji 1’ê Hezîranê pê ve rakiriye. Li gorî hinek derdoran ku digotin ji ber HPG behreya xwe ya şer winda kiriye, loma agirbest îlan kiriye, rastiyê nayne ziman. Me her dem anî ziman ku, em ji şer re amade ne. Lê ji bona ku pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bibe, me pêvajoya bêçalakîbûnê da destpêkirinê. Lê mixabin Artêşa TC’ê û hikûmeta AKP’ê vê wekî lewazî dît û êrîşan derxistin asta herî jorîn. Li hember çalakiyên demokratîk ên gel çewsandin bi pêş xistin û siyasetmedarên legal ên kurd û zarok bi hincetên vala xistin zindanan. Li hember zarokên kurd, êşkenceyên ku nayên aqilan hatin kirin.
Ji êrîş û operasyonên dijmin hate fêmkirin ku, xwe nadin ber çareseriyê. Ji ber vê yekê bêçalakîbûna me ya yekalî wateya xwe winda kiriye. Me wekî HPG ji raya giştî re da diyarkirinê ku, me ji 1’ê Hezîranê 2010’an pê ve îlana şerekî navîn kirin. Piştî vê demê pevçûn û operasyon zêde bûn û gerîlayên me di vê demê de 23 çalakî li dar xistin. Bîlançoya 15 rojan a di navbera rojên 1-14’ê pûşperê de ev e:
Çalakiyên ku li dar ketine |
23 |
Operasyon |
21 |
Destdan |
5 |
Hejmara leşkerên ku hatine kuştinı |
48 |
Alavên ku hatine desteserkirinê |
|
Çekên melez |
9 |
Çeka G3 |
1 |
Lazer |
1 |
Qemeraya Termal |
2 |
Skorskyên ku lêdan xwarine
|
1 |
Zerîpoşên ku hatine tunekirinê |
6 |
Maşînên tîmên taybet ku hatine tunekirinê |
2 |
Kamyonên ku hatine tunekirinê |
1 |
Panzerên ku lêdan xwarine |
2 |
Darbelenen tank |
1 |
Tanqên ku lêdan xwarine |
1 |
Êrîşên hawan û obûsan |
31 |
Haftanîn |
21 |
Zap |
8 |
Metîna |
1 |
Şirnex |
1 |
Hevalên me yên ku şehîd ketine |
12 |
15 Pûşper 2010
Navnenda Ragihandin-Çapemeniyê ya HPG