HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Di 19’ê pûşperê de saet li derdora 02.00’yan ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember Qereqola Garê ku girêdayî Şemzînên ye çalakiyek hatibû lidarxistin û di vê çalakiyê de me dabû daxuyandin ku hevalê me yî bi navê Kûrtay (Bariş Elver) şehîd ketiye. Ji ber zirûfên şer ên giran, ji ber şibîna navan hevalekî me yî şehîd neketiye me şehîd îlan kiribû. Di çalakiyê de hevalê me yê bi navê Kurtay şehîd ketiye, bes hevalê me yî şehîd navê rastîn Kurtay (Necatî Gûneş) e. Em wekî Navenda Ragihandina HPG’ê, ji ber vê şaşiya ku hatiye kirin, di şexsê malbata Elver de ji hemû gelê xwe lêborînê dixwazin.

Agahiyê der barê hevalê şehîd de;

Kurtay - Necati Güneş

Navê kod: Kurtay Rodî Wan
Nav û paşnav: Necatî Gûneş
Cih û sala jidayikbûnê: 1986 / Wan
Cih û sala tevlêbûnê: 1999/ Wan
Navê dayik: Naîre
Navê bav: Ahnet
Diroka şahadetê: 19 Pûşper 2010 / Şemzînan, Colemerg

21 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG