ji çapemenî û raya giştî re!
Li pêşberî wezîfeyên berxwedana dîrokî ya di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de dewam dike de, rêhevalên me Armanc-Eser Gezen û Bawer-Mehmet Korkmaz ên bi coş û dîsîplîn û fedekariyeke mezin xwedî li berpirsyariyên xwe derketin, di dema vê têkoşîna dîrokî de şehîd ketine. Hevalê me Armanc di 14 Sibatê de li cihê berxwedanê şehîd ketiye, hevalê me Bawer jî ku giran birîndar bû, tevî hemû hewldanan nekarî bê rizgarkirin û di 17'ê Sibatê de şehîd ketiye.
Nasnameya Rêhevalên me yên Şehîd weha ne:
Navê Kod: Armanc Botan |
Armanc – Eser Gezen
Navê Kod: Bawer Garzan |
Bawer – Mehmet Korkmaz
Hevalên Armanc û Bawer ên di pêngava dîrokî ya li Şengalê de derketin pêş û ruhê milîtanî yên Apoyî temsîl kirin, bi biryardarî û rêbazên jiyana fedaî li refên herî pêş ên berxwedanê cih girtin û bi dildariyeke mezin a azadiyê, têkoşîn xurt kirine. Li pêşberî van nirxên dewrî me hatine kirin em soz didin, ku em ê vê têkoşîna azadiyê ya dîrokî mezin bikin û bi zanebûna şoreşgerî bersivê bidin bîranînên şehîdên xwe.
Fermandarê Pêşmerge yê bi navê Dilşad Ezîz ê di 16'ê Sibatê de di berxwedana Şengalê de şehîd ket, di nava vê pêngava azadkirinê de cihê xwe girt û heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşiya, şehîd ket.
19 Sibat 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ